NAVENDA RAGIHANDIN Û ÇAPEMENIYÊ YA HPG’Ê:
ARTÊŞA DEWLETA TIRK LI COLEMÊRGÊ DI NAVA TEVGERA DAGIRKERIYÊ DE YE
Li ser livûtevgera artêşa dewleta Tirk navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniya HPG’ê de hat ragihandin ku artêşa Tirk li qada Çiyayê Sumbulê ya Colemêrgê kêmîn danîne.
Di daxuyaniya HPG’ê ev agahî hatin parvekiri:
Artêşa Tirk şeva 31’ê Tebaxê li qada Çiyayê Sumbulê ya Colemêrgê dest bi tevgera dagirkeriyê kir.
Ev tevgera dagirkeriyê bi danîna kemînên yekîneyên veşartî dewam dike.
Di dewama daxuyaniyê de li ser êrişên hewayî yên artêşa Tirk jî ev agahî hatin dayîn.
1’ê Îlonê balafirên şer bombe li qada Sininê ya herêma Xakurkê barandin.
Heman rojê qada Werxelê ya herêma Avaşînê û qadên Şikefta Birîndaran û Kurojahro yên Zapê hatin bombekirin.
Di van êrişan de tu zerar negihîştiye hêzên gerîla…