Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HPG`ê bi daxuyaniyekê 4 şehîd bibîranîn 24.09.2020

 

ŞEHÎDÊN BOTANÊ
HPG’Ê BI DAXUYANIYEKÊ 4 ŞEHÎD BIBÎRANÎN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê 4 gerîlayên li Botanê şehîd bûbûn bibîranîn.

Di daxuyaniyê de nasnameyên şehîdan hatin ragihandin û soza pêkanîn xeyalên wan hat dayîn..

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê 4 şehîdên Botanê bibîranîn.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku gerîlayan 11’ê Îlonê li navçeya Wanê Şaxê koordîneya tevgera dagirkeriyê têk birine.

Navên şehîdên 11’ê Îlonê yên li Geliyê Masîro şehîd bûn wiha ne;

Tekîn Yildirim bi nasnav Canfeda Goyî li Şirnexê ji dayîk bûye û 11’ê Îlonê li Botanê şehîd bû.

Nasnav: Canfeda Goyî

Nav paşnav: Tekîn Yildirim

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Dayik-Bav: Narînc-Cemîl

Dem û cihê şehadetê: 11’ê Îlona 2020’an / Botan

 

Xelîl Kavûs bi nasnav Hebûn Girê Spî li Kobanê ji dayîk bûye û 11’ê Îlonê li Botanê şehîd bû.

Nasnav: Hebûn Girêspî

Nav paşnav. Xelîl Kavûs

Cihê jidayikbûnê: Kobanê

Dayik-Bav: Emîne-Sîmsîl

Dem û cihê şehadetê: 11’ê Îlona 2020’an / Botan

 

Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin:

10-11’ê Îlonê bi Pêngava “Dem Dema Azadiyê ye” gerîlayan li navçeya Wanê Şaxê derbeke giran li dagirkeran dan.

Hêzên me bi operasyonekê li dijî koordîneya tevgera dagirkeriyê çalakî kirin û 5 jê bi paye gelek esker hatin kuştin.

Hevalên me Canfeda û Hebûn heta gulleya xwe ya dawî şer kirin û şehîd bûn.

Di daxuyaniya HPG’ê de şerê 5’ê Îlonê yê li heman qadê ango li qada Masîro ya navçeya Wanê Şaxê hat bibîrxistin.

HPG’ê beriya niha ragihandibû, ku di şerê giran de 2 hevalên wan şehîd bûne.

Navên gerîlayên şehîd wiha ne:

Egîd Abî bi nasnav Egîd Têkoşer li Colemêrgê ji dayîk bûye û 5’ê Îlonê li Botanê şehîd bû.

 

Nasnav: Egîd Têkoşer

Nav paşnav: Agît Abî

Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

Dayik-Bav: Fatma-Alî

Dem û cihê şehadetê: 5’ê Îlona 2020’an / Botan

 

Mazlûm Pala bi nasnav Mazlûm Ronahî li Wanê ji dayîk bûye û 5’ê Îlonê li Botanê şehîd bû.

Nasnav: Mazlûm Ronahî

Nav paşnav: Mazlûm Pala

Cihê jidayikbûnê: Wan

Dayik-Bav: Asya-Zekî

Dem û cihê şehadetê: 5’ê Îlona 2020’an / Botan

 

Di daxuyaniya HPGê de sersaxî ji bo malbatên gerîlayan û welatparêzên Kurdistanê hat xwestin û wiha hat gotin:

Emê li ser xeta şehîdên xwe têbikoşin û têkoşîna xwe bi serketinê tacîdar bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv