NAVENDA RAGIHANDINÊ YA HPG’Ê:
GERÎLAYAN LI HEFTANÎN Û CÛDÎ LI ARTÊŞA DEWLETA TIRK A DAGIRKER DAN
Gerîlayên HPG û YJA-STARê li Heftenîn û Cûdî li artêşa Tirk a dagirker dan.
Di çalakiyan de gelek eskerên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin û birîndar bûn.
Di vê navberê de HPG’ê diyar kir ku balafirên şer herêmên Zap û Avaşînê bombardiman kirine.
Û di van êrişan de tiştek bi hêzên wan ne hatiye..
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlla yên li dijî artêşa Tirk daxuyaniyek da û ev agahî bi raya giştî re parve kirin..
29’ê Tebaxê artêşa Tirk li navsera Cûdî û deriyê Warê yê dikeve herêma çiyayê Cûdî dest bi tevgereke dagirkeriyê kir.
Gerîlayan ev tevgera dagirkeriyê şopand.
Û di çarçoveya pêngava şorşeşgerî ya şehîd Medya Mawa û şehîd Rizgar Gever de 30’ê Tebaxê li wan da.
Gerîlla bi xurtî li çeper û stargehên dagirkeran dan, lê, hejmara kuştî û birîndaran nehate zelalkirin.
Piştî çalakiyê artêşa Tirk bi helîkopeterên Skorsky kuştî û birîndarên xwe ji qadê derxistin.
Ji ber topbarana ketober a artêşa Tirk li herêmê şewat derket û hê jî dewam dike.
31’ê Tebaxê jî di çarçoveya pêngava şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de gerîlayan li dijî eskerên li girê Katosulê ya dikeve devera Bektorya bi cih bûbûn çalakiyeke sekvaniyê kirin.
Di vê çalakiyê de bi qasî hat tespîtkirin eskerek hat kuştin..
Dîsa heman rojê çeperekî dagirkeran a li heman girî hat hedefgirtin.
Çeperên dagirkeran ên li ser gir bi temamî hatin rûxandin, lê hejmara kuştî û birîndaran nehat tespîtkirin.
Navenda Ragihandinê têkildarî êrişa hewayî ya dewleta Tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê jî ev agahî dan:
31’ê Tebaxê girê Sor, Werxelê, devera Karker, Dola Reşmê û şehîd Delîla yên girêdayî herêmên Parastina Medya bombe kiriye.
Di van êrişan de tiştek bi hêzên me ne hatiye..Lê belê li herêmê şewat derket..