Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HPG`Ê : Li Colemergê 2 eskerên tirk hatin kuştin

 

NAVENDA ÇAPEMENIYA HPG:

LI COLEMÊRGÊ 2 ESKER HATIN KUŞTIN

 

Li Colemêrgê, li girê Ezîzanê hêzên gerilla yekîneyeke vaşartî ya artêşa tirk kir hedef.

Di vê çalakiyê de 2 eskerên artêşa tirk a dagirker hatin kuştin.

HPGê derbarê bombebarana artêşa tirk de jî agahî parvekir

Navenda ragihandin û çapemeniya HPGê derbarê çalakiyên gerîlayan û tevgera artêşa tirk a dagirker de daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniya HPG 31ê Tebaxê dewleta tirk li Colemêrgê herêma Sibûl tevgera dagirkeriyê dabû destpêkirin.

Gerîlayan roja 2ê Îlonê yekîneyeke vaşartî ya eskerên artêşa tirk ku li girê Ezîzanê bicîh bûbûn kirin bin kontrola xwe.

Gerîlayan ji bi awayeke bi bandor li vê yekekineya artêşa tirk xistin.

Di encama çalakiyê de 2 esker hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.

Artêşa tirk paşê kuştî û birîndarên xwe bi helîkoptera skorsky ji herêmê rakirin.

Artêşa tirk piştî vê çalakiya gerîlayan a bi bandor heman rojê bi awayeke bê encam tevgera dagirkeriyê bi dawî kir.

Navenda ragihandina HPGê daxuyakirin ku 4ê Îlonê artêşa tirk bi balafiran herêma Xakûrkê derdora Çemê Lolanê û Zozanên Berbizina a girêdayî herêma Goşîna Bebombebaran kir.

HPGê got, di vê bombebaranê de ti zerar negihiştiye hêzên wan.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv