NAVENDA RAGIHANDINÊ YA HPG’Ê:
LI ŞIRNEXÊ ESKEREKÎ ARTÊŞA TIRK HAT KUŞTIN
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên li dijî artêşa Tirk, daxuyaniyek da.
Navendê diyar kir ku 8’ê Îlonê li qada Kato Jîrka a navçeya Elkê yaya Şirnexê hêzên wan li artêşa dagirker dan.
Di encamê de eskerek hat kuştin.
3’ê Îlonê jî artêşa Tirk qadên qGundikremo û Girê Hirmo yên li Çiyayê Cûdî ya Şirnexê bi obûs û hawanan bombek irin.
8’ê Îlonê jî hêzên dagirker bi helîkoptêran qada Navsera Cûdî bome kirin û dest bi tevgera dagirkeriyê kirin.
Di encama bombebaranê de şewat li herêma daristanê ya Gundikremo, Girê Hirmo û Navsera Cûdî derket û hê jî didome.
9’ê Îlonê jî balafirên şer qada Sîda ya herêma Zapê û qada Stûna ya herêma Avaşînê bombekirin.
Di encama bombebaranê de şewata ku deerketî hê jî didome.’