Roja 14’ê Hezîranê li devera Çiyayê Reşkê ya Colemêrgê şerekî giran qewimî..
Di vî şerî de gelek eskerên dewleta Tik hatibûn kuştin û birîndar bûbûn..
Gerîllayên binasnav Kemal û Qendîl bi lehengî li dijî dijmin şer kirin û şehîd bûn.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê gerillayûn şehid eşkere kir û ew bi bîranîn.
Dagirkeran piştî qad bi balafirên şer bombe kirin, bi helîkopterên Skorsky esker danîn herêmê.
Di vê tevgerê de di navbera gerîla û artêşa dagirker de şer derket.
HPG’ê daxuyakirin ku di vî şerî de gelek kuştiyên artêşa Tirk çê bûn, lê hejmara kuştî û birîndaran nehat zelalkirin.
Gerîllayên binasnav Kemal û Qendîl bi lehengî li dijî dijmin şer kirin û şehîd bûn..
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê nasnameya wan de ev agahî parve kirin:
Dersîm Ahme binasnav Qendîl Mazlûm li Amûdê ji dayîk bûye û 14’ê Hezîranê li Colemêrgê şehîd bû.
DERSÎM AHME
QENDÎL MAZLÛM
AMÛDÊ
14’Ê HEZÎRANA 2020
Mervan Abî binasnav Kendal Ûmût li Wanê ji dayîk bûye û 14’ê Hezîranê li Colemêrgê şehîd bû.
MERVAN ABÎ
KENDAL ÛMÛT
WAN
14’Ê HEZÎRANA 2020
Navenda Ragihandinê ya HPG’ê têkildarî kesayet û têkoşîna herdû şehîdan jî ev nirxandin kir:
Hevrê Qendîl di sala 2015’an de ji Amûdê beşdarî nava refên gerîla bû. Ji roja tevlî nava refên têkoşînê bû ve her tim hewil dida rastiya paradîgma û îdelojiya Rêbertiyê û rastiya şehîdan fêm bike. Li Efrîn, Rojhilatê Kurdistanê û herî dawî jî li cihê Egîdan Botanê li dijî dewleta Tirk a dagirker di eniya berxwedanê cihê xwe girt..
Ew bi sekna xwe ya dilsoz û biryar di nava şert û mercên herî zehmet de jî bû xwedî sekneke bi îrade.
Hevrê Kendal jî hê di ciwantiya xwe de li dijî polîtîkayên qirkirinê yên dijmin dest bi xebat û têkoşînê kir. Paşê jî berê xwe da çiyayên Azad ên Kurdistanê. Bi dil nizmî û sekna xwe ya îdeolojîk di qada herî pêş de cîh girt û herî dawî berê xwe da Botanê..
HPG’ê got, her du hevreyên wan bi lehengiyeke mezin li dijî hêzên dagirkeran şer kirine.
Û di serî de malbatên wan ji gelê Kurdistanê re sersaxî xwest û dilsoziya xwe ya bi rêça şehîdan re dubare kir.