Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HPG`ê nasnameya 3 Şehîdan eşkere kir

 

3 GERÎLAYÊN HPG’Ê LI ÇELÊ Û ELBAKÊ ŞEHÎD BÛN
HPG’Ê NASNAMEYA ŞEHÎDAN EŞKERE KIR Û SERSAXÎ XWEST

HPG’ê sê gerîlayên li Çelê û Elbakê şehîd bûn bi bîr anî.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê nansnameya şehîdan eşkere kir û diyar kir ku 3 cangorî di dawiya meha Tebaxê de şehîd bûne.

HPG, serî de malbatên şehîdan, ji gelê Kurdistanê re sersaxî xwest.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 3 gerîlayên şehîd eşkere kir.

Li gorî daxuyaniyê sibeha 31’ê Tebaxê li Geliyê Tiyarê yê navçeya Çelê ya Colemergê, nêzî gundê Guzereşê şerekî giran qewimî.

Di encama êrişa hewayî de gerîlayê HPG’ê Aytaç Aydemîr bi nasnav Merwan Dêrik şehîd û Savaş Temel bi Nasnav Sînan Demhat jî birîndar bû.

Sînan Demhat, li dijî hêzên dagirker heya kêliya dawî şer kir û ji bo dîl nekeve destê dagirkeran, fîşeka dawî ji bo xwe bikar anî û tevlî karwanê şehîdan bû.

25’ê Tebaxê jî li herêma Sipirizê ya navçeya Elbak a Wanê jî, şer qewimî.

Di vî şerî de jî Bariş Ozdemîr bi nasnav Huseyîn Başkale heta fîşeka dawî bi lehengî şer kir û şehîd bû.

Li gorî daxuyaniyê agahiyên li ser nasnameya gerîlayên şehîd bûne wiha ye;

Aytaç Aydemîr bi nasnav Merwan Dêrik, li Amedê ji dayîk bûye û 31’ê Tebaxa 2020’an li navçeya Çelê ya Colemêrgê şehîd bû.

Nasnav: Mervan Derîk
Nav paşnav: Aytaç Aydemîr
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Aysel-Nûrettîn
Dem û cihê şehadetê: 31’ê Tebaxa 2020 / Çelê

Savaş Temel bi nasnav Sînan Demhat, li Colemêrgê ji dayîk bûye û 31’ê Tebaxa 2020’an li navçeya Çelê ya Colemêrgê şehîd bû.

Nasnav: Sînan Demhat
Nav paşnav: Savaş Temel
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Nazmiye-Mûzaffer
Dem û cihê şehadetê: 31’ê Tebaxa 2020 / Çelê

Bariş Ozdemîr bi nasnav Huseyîn Başkale li Wanê jiyaîk bûye û 25’ê Tebaxa 2020’an li navçeya Elbak a Wanê şehîd bûye.

Nasnav: Huseyîn Başkale
Nav paşnav: Bariş Ozdemîr
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Sakîne-Felemez
Dem û cihê şehadetê: 25’ê Tebaxa 2020 / Elbak

HPG’ê di dewam daxuyaniya xwe de diyar kir ku Huseyîn Başkale, di malbateke welatparêz ku bi nirxên xwe ve girêdayî ye ji dayik bû.

Ji bo li dijî kiryarên nijadperest ên dewleta Tirk a dagirker têbikoşe di 2013’an de tevlî nava refên berxwedanê bû.

Bi kelecan û daxwaza xwe ya têkoşînê dihat naskirin. Bi rêbaza fedayî ya Apoyî, li dijî dijmin li ber xwe da û wê her tim ji bo têkoşîna me bibe çavkaniya sûdwergirtinê.

HPG’ê serî de malbatên şehîdan, ji tevahiya gelê Kurdistanê re sersaxî xwest û soza xwedîderketina li bîranîn şehîdan nûkir.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv