2 GERÎLA LI DEŞTA SILOPYA ŞEHÎD BÛN
HPG’Ê NASNAMEYÊN ŞEHÎDAN EŞKERE KIR
Roja 2’ê Îlonê artêşa dewleta Tirk li Deşta Silopiya ya Şirnexê dest bi tevgera dagirkeriyê kir.
Dema artêşa Tirk di nava tevgerê de bû gerîlayan li dijî wan çalakiyek bi bandor kirin.
Di encama şerê li herêmê de gelek esker hatin kuştin û birîndar bûn.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di vî şerî de 2 gerîla wan jî şehîd bûn.
Li gorî daxuyaniya HPG’ê, nasnameya gerîlayên şehîd bûne wiha ne:
Kemal Selimî bi nasnav Gelî Bêrîtan li Selmasê hatiye dinê û 2’ê Îlona 2020’an li Silopya şehîd bû.
Nasnav: Gelî Bêrîtan
Nav û paşnav: Kemal Selimî
Cihê jidayikbûnê: Selmas
Navê dê û bav: Şehrat-Şemsettîn
Dîrok û cihê şehadetê: 2’ê Îlona 2020’an/Silopî
Osman Salçûk bi nasnav Canşêr Fedakar li Şirnexê hatiye dinê û 2’ê Îlona 2020’an li Silopya şehîd bû.
Nasnav: Canşêr Fedakar
Nav û paşnav: Osman Salçûk
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Navê dê û bav: Zehra – Hacî
Dîrok û cihê şehadetê: 2’ê Îlona 2020’an/Silopî
HPG’ê li ser şehîd Canşêr û Gelî jî agahî dan û wiha got:
Hevrê Gelî di sala 2008’an ji bajarê Selmasê yê Rojhilatê Kurdistanê beşdarî nava refên gerîla bû.
Ev ji eşîra Şikakî ya xwedî karakterekî berxwedêr e..
Bi ked û şorşeşgeriya xwe di nava demeke kurt de bu yek ji fermandarê gerîla..
Ji Rojhilatê Kurdistanê heta Zagros û Botanê di meşa xwe ya şoreşê de têkoşîneke xurt meşand
Û heta kêliya dawî ya jiyana xwe dilsozê Kurdistanê bû
Hevrê Canşêr jî li Cizîra berxwedêr ji dayik bû
Li dijî polîtîkayên qirkirinê yên dijmin, beşdarî nava refên PKK’ê bû.
Bi dil nizmî û sekna xwe ya îdeolojîk di qada herî pêş de cîh girt û berê xwe da cîh û warê lê hatiye dinê, Şirnexê..
HPG’ê ji malbatên her 2 cangoriyan û gelê Kurdistanê re sersaxî xwest û dilsoziya xwe ya bi rêça şehîdan re dubare kir.