Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HPG’ê Şehîd Arjîn û Şehîd Zinar bibîranîn 10.01.2021

 

ŞERÊ LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ
HPG’Ê ŞEHÎD ARJÎN Û ŞEHÎD ZINAR BIBÎRANÎN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê 2 gerîlayên şehîd bibîranîn.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

Tebaxa 2019’an li bejahiya gundê Aşûtê yê navçeya Colemêrgê Çelê, di navbera hêzên me û artêşa dewleta Tirk a dagirker de şer qewimî.

Di şer de hevrêya me Arjîn bi qehremanî şer kir û şehîd bû:

Şukran Kizilaslan bi nasnav Arjîn Kurdistan li Sêrtê ji dayîk bûye û Tebaxa 2019’an li Çelê şehîd bû.

 

ŞUKRAN KIZILASLAN
ARJÎN KURDISTAN
SÊRT
DÊ Û BAV: ZELÎHA – REŞÎD
TEBAXA 2019’AN-ÇELÊ

 

Di daxuyaniyê de têkildarî şehîd Arjîn ev agahî hatin parvekirin:

Ji Rindexanan heta Arjîn Garzanan, hevala me Arjîn Kurdistan jî bi kevneşopiya jina azad û berxwedêr a Kurd mezin bû.

Ji Bakurê Kurdistanê weke jinêneke pêşeng, li herêma Xerza beşdarî nava refên gerîla bû.

Dema beşdar bû, navê fermandara me ya mezin Arjîn Garzan hilgirt ser milên xwe.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG”ê têkildarî gerîlayê din ê şehîdbûyî ev agahî dan:

2’yê Kanûna 2020’an me eşkere kiribû, ku 28’ê Îlona 2020’an balafirên şer qada Deriyê Doxana ya Çiyayê Herekolê li Sêrtê bombe kirine û 5 hevrêyên me şehîd bûne.

Di daxuyaniyê de me ragihandibû, ku emê paşê bi berfirehî agahiyên hevrêyê xwe Zinar parve bikin:

Yûsûf Esmer bi nasnav Zinar Rengîn li Mêrdînê ji dayîk bûye û 28’ê Îlona 2020’an li Herekolê şehîd bû.

 

YÛSÛF ESMER
ZINAR RENGÎN
MÊRDÎN
DÊ Û BAV: SALÎHA – MEHMET
28’Ê ÎLONA 2020’AN-HEREKOL

 

Di dawiya daxuyaniya HPG’ê de wiha hat gotin:

Di serî de malbatên hêja yên şehîdên me, em ji tevahiya welatparêzên Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.

Soz didin, ku têkoşîna hevrêyên xwe yên leheng bi serketinê tacîdar bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv