Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HPG: Emê destûr nedin Dewleta Tirk Başûr dagir bike

 

Têkildarî êrişa li Şêladizê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê jî daxuyaniyek da.

HPG’ê dibêje, Dewleta Tirk li başûrê Kurdstanê ne tenê PKK’ê, tevahiya Başûrê Kurdistanê dike hedef.

HPG’ê ji malbatên şehîdan re sersaxî xwest û got, ew ê li hemberî dagirkeran asta şerê xwe bilindtir bikin.

HPG: EM Ê DESTÛR NEDIN KU DEWLETA TIRK BAŞÛR DAGIR BIKE
“DIVÊ GELÊ ME YÊ BAŞÛR LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ DENGÊ XWE BILIND BIKE”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku tevgera dagirkeriyê ya Dewleta Tirk ne tenê li ser PKK’ê ye, her wiha li ser tevahiya Başûrê Kurdistanê ye.

HPG’ê bal kişand ser êrişa li Şeladizê û wiha got;

19’ê Hezîranê li herêma Zapê êrîş birin ser gundê Sîda û li vir 4 û li herêma Metîna jî li gundê Golka mirovekî sivîl şehîd bûn. Dagirkeran li gundê Sîda wesayiteke sivîlan bombe kirin. Ev êrîşên Dewleta Tirk nîşan dide ku ne tenê Heftanînê dike hedef. Planeke wiha ya dagirkirinê ye ku hemû Başûrê Kurdistanê dide ber xwe.

HPG’ê ragihand ku ew hêzên fedayî ne û wê destûrê nedin ku Dewleta Tirk a faşîst Başûrê Kurdistanê dagir bike.

Hêzên me di serî de li Heftanînê li gelek qadan wê şerekî stratejîk bike. Di pêvajoya şer de, ku wê pir giran be, hêzên me yên gerîla wê berxwedaniyeke dîrokî bike, derbên dîrokî li dagirkeran bide û wê serfiraziyeke dîrokî bi xwe re bîne.

HPG’ê ji xelkê Başûrê Kurdistanê jî xwest ku li dijî dagirkeriyê dengê xwe bilind bike;

Ji Zaxo heta bi Amediyê, ji Amediyê heta bi Şeladizê, ji Şeladizê heta bi Ranyayê em bang li gelê me yê Başûrê Kurdistanê dikin, ku li dijî dagirkirina Başûrê Kurdistanê ya Dewleta Tirk dengê xwe bilind bike û têkoşînê geş bike.

HPG’ê sersaxî ji malbatên şehîdên Qeladiz û Metîna re xwest û soz da ku ewê tola şehîdan bi rengekî giran hilînin û xwîna wan li erdê nehêlin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv