Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hukumeta Alman: Ji sala 2016’an ve pêwendiya Erdogan û ixwanê Muslimîn zêde bûye 27.10.2020

 

HUKÛMETA ALMAN:
JI SALA 2016’AN VE PÊWENDIYA ERDOGAN Û ÎXWANÊ MUSLIMÎN ZÊDE BÛYE

Hukûmeta Alman ragihand ku di navbera rêjîma AKP û rêxistina Îxwanê Muslimîn de pêwendî zêde bûne..

Hukûmetê diyar kir ku ev pêwendî jî bi rêya Serokatiya Diyanetê û Yekîtiya Îslamê ya Tirk-DÎTÎB’ê pêk tê.

Parlementera Partiya Çep Die Lînke Sevîm Dagdelen bi pêşniyarpirsekê daxwaz ji hukûmeta Alman kir da ku helwesta wê ya derbarê pêwendiya AKP cemaetên xwedî nêrîna Millî nas bike.

Hukûmet di bersivdayîna pêşniyarpirsê de eşkere kir ku ji sala 2016’an ve pêwendiya Erdogan bi komên mijara gotinê re zêde bûne.

Di bersivdayînê de tê bibîrxistin ku rêxistina binavê Milî Goruş ku ji aliyê Îstîxbarata Alman ve tê şopandin.

Her wiha tê gotin, AKP bi rêya Serokatiya Diyanetê û Yekîtiya Îslamê ya Tirk pêwendiyên xwe li gel rêxistina Îxwanê Muslimîn jî zêde kiriye..

Hukûmetê wekî din eşkere kir ku dewleta Tirk kontrola xwe li ser welatiyên Tirkiyê yên li Almanyayê zêde kiriye..

Parlementera Çep Sevîm Dagdelen bersiva hukûmetê weke gaveke erênî binav kir û wiha got:

Bi vê yekê eşkere bû ku koka siyasî û îdeolojîk a Erdogan xwe dispêre pêwendiyên wî li gel rêxistina dij-demokratîk Îxwanê Muslimîn…

Ji ber vê lazime li Almanyayê tevna Erdogan a nijadperest ku gefe li ser civakê were tinekirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv