Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hulusî Akar ji bo êrişeke li dijî PKK’ê heta dawiya Sibatê dem daye Bexdayê 21.01.2021

 

SERDANA HULUSÎ AKAR A BEXDA Û HEWLÊRÊ
JI BO ÊRIŞEKE LI DIJÎ PKK’Ê, HETA DAWIYA SIBATÊ DEM DAYE BEXDAYÊ!

Li ser serdana Wezîrê Parastina Tirk Hulusî Akar a 18’ê çilê ya Baxda û Hewlêrê agahiyên nû derdikevin holê û nîqaş tênkirin.

Endamê Lîsteya Asayiş û Parastinê ya Parlemena Iraqê Kemal Axa li ser serdana şandeya Tirk ji rojnameya Meda re axivî.

Kemal Axa îdîa kiriye ku Hulusî Akar ji wan xwestiye li dijî PKK’ê bi xwe operasyonek pêk bînin, an jî bihêlin ew bi xwe pêk bînin û got: Heta dawiya sibatê dem dan. Lê belê serokwezîr Kazimî ew daxwaz red kiriye.

Parlementerê Iraqê Kemal Axa nêzî 30 baregehên Tirk ên li Başûr jî bi bîr xistine û gotiye: Tirkiye ji bo baregehan PKK’ê wekî bahane nîşan dide. Lê belê armanca wê ji meseleya PKK’ê mezintir e. Tirkiye bi guherîne rêveberiya nû ya Washîntonê re, dixwaze bêyî destûra Iraqê êriş bike.

HEVDÎTINA WEZÎRÊ TIRK Û RAYEDARÊN PDK’Ê
AKAR JI PDK’Ê XWESTIYE HEVKARIYA LI DIJÎ PKK’Ê ZÊDE BIKIN

Li aliyê din, li gorî çavkaniyên Tirk Akar di hevdîtinên li Hewlêrê de ji ber hevkariya PDK’ê li dijî PKK’ê spasî Mesût, Mesrûr û Nêçirvan Barzanî kiriye.

Wezîrê Tirk ji Barzaniyan xwestiye ku hevkariya li dijî PKK’ê û alîkariya ji bo hêzên Tirk zêde bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv