Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hulusî Akar: Me bi dost û mutefîkên xwe re koordîne kir 11.02.2021

 

TEVGERA DAGIRKIRINA GARÊ
HULUSÎ AKAR: ME BI DOST Û MUTEFÎKÊN XWE RE KOORDÎNE KIR

Artêşa dewleta Tirk a dagirker saet 3yê şeveqa 10’ê Sibatê li dijî Garê dest bi êrişeke berfireh kir.

Êriş ji bo dagirkirina herêma Garê ji milê Başûrê Kurdistanê ve hat destpêkirin.

Bi balafirên şer û helîkopteran herêm dehê caran hat bombekirin.

Li gundiyê Siyanê gerîlayên HPG û YJA-Starê bersiveke tund dan tevgera dagirkirinê û derbeke giran li artêşa dewleta Tirk a dagirker dan.

Di daxuyaniya HPG’ê ya pêşî de hatibû ragihandin, ku dagirker bi helîkopterên skorsky û kobra ji milê Başûrê Kurdistanê ve hatine Garê û dest bi êrişê kirine.

Her wiha hatibû ragihandin, ku li nehiya Baqirmanê ya navçeya Duhokê Akrê ev êrişa dagirkeriyê tê organîzekirin.

Wezîrê Parastinê yê dagirkeriya Tirk Hulûsî Akar derheqê tevgera dagirkirina Garê de piştrast kir, ku ew ne bi tena serê xwe ne.

Akar li ser mijarê wiha got:

“Me bi dost û mutefîkên xwe re, tevgera li dijî Garê koordîne kir.”

Li vir pirsa gelo ew dost û mutefîkên Hulûsî Akar behsa wan dike kî ne…? derdikeve holê.

Helbet bersiva vê pirsê girînge…

TEVGERA DAGIRKIRINA GARÊ
GERÎLA DERBA GIRAN LI DAGIRKERAN, DOST Û MUTEFÎKÊN WAN DA

Lê ya girîngtir encama li Garê derketî holê ye.

Fermandariya HPG’ê ya Eyaleta Garê bi daxuyaniyekê ragihand, ku artêşa dewleta Tirk a dagirker derbeke giran ji gerîlayan xwariye.

Gelek kuştî û birîndar dane.

Û înîsiyatîfa şer jî di destê hêzên gerîla de ye.

Di daxuyaniya fermandariyê de her wiha tê destnîşankirin, ku dewleta Tirk di bomberdimana 10-11’ê Sibatê de kampeke êsîrên şer jî kiriye hedef.

Xuyaye encama li Garê derketî holê hem pîlana dewleta Tirk, hem jî pîlana ew dost û mutefîkên Hulûsî Akar behsa wan dike, serûbin kiriye.

Ji ber ku Hulûsî Akar weke wezîrê Parastinê bixwe eşkere kir, ku 3 fermandarên 2 jê yuzbaşî li Garê hatine kuştin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv