Li Başûrê Kurdistanê li dijî polîtîkayên şerxwaz ên PDK’ê nerazîbûn zêde dibin.
Hema hema tevahiya partiyên siyasî, aliyên civakî yên Başûr ji bo şerekî germ neqewime helwesteke erênî nîşan didin.
Hunermendên Akrê jî di wê qenaetê de ne ku li pişt van bûyeran dewleta Tirk heye.
Çavdêrên siyasî, endamên partiyên siyasî û xelkê Başûrê Kurdistanê jî dibêjin, dewleta Tirk dixwaze bi destê PDK’ê Kurdistanê bikişîne nava şerekî navxweyî.
Ji tevahiya Başûrê Kurdistanê li dijî polîtîkayên şerxwaz ên PDK’ê nerazîbûneke zêde û berbiçav heye.
Herî dawî hunermendên Akrê daxuyaniyek dan.
Peyama hunermendan ji aliyê Kerîmxan Sûrçî ve hat xwendin:
Hunermendan li dijî vê dagirkeriyê banga yekrêziyê li hêzên Kurdistanê kirin:
Endamê Polîtbûroya Hizbî Şûî ya Kurdistanê Ebo Karwan Faris jî nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî da.
Ebo Karwan Faris destnîşan kir, ku ji her du hêzên behsa wan tê kirin PKK û PDK’ê, PKK li aliyê çareseriyê û PDK’ê li aliyê kûrkirina aloziyan e.
Bi taybet li ber gotina wî ya “PKK hêzeke dagirker e” rabû:
Xelkê Başûrê Kurdistanê jî li her gund, bajarok, navçe û bajarî ji polîtîkayên şerxwaz ên PDK’ê nerazî ye.
Welatiyên Şarêzer jî di vî warî de dibêjin, dewleta Tirk dixwaze bi rêya PDK’ê şerê navxweyî derxîne.
Çavdêrê Siyasî û endamê KNK’ê Salar Mehmûd jî balê dikşîne ser rola hêzên dagirker a li dijî çêbûna yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd: