Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hunermendên Êzidî xwedî li Şengalê derketin 25.10.2020

 

Hunermendên Êzidî ji bo xwedî li Şengalê derkevin li Hannoverê çalakiyek li dar xistin. Hunermendan nerazîbûn nîşanî lihevkirina PDK û Bexdayê ya li ser Şengalê dan.

Hunermendên Êzidî li bajarê Hannover ê Elmanyayê bi pêşengiya Navenda Çanda Êzidxanê (NÇÊ) li hev kom bûn û xwedî li Şengalê derketin. Li qada Steîntor a Hannoverê hunermendên Êzidî saet di 14:00 de konsereke biçûk dan. Piştre bi navê NÇÊ daxuyaniyek hate dayin û hate gotin, “Bi navê hunermendên Êzidî em amade ne ku bi hunera xwe, bi deng û hebûna xwe Şengalê biparêzin. Divê Rêber Apo azad be, ji ber ku tenê bi azadiya Rêber Apo em dikarin azad bibin.”

Di daxuyaniyê de ku bi Elmanî hate dayin, lihevkirina Hewlêr û Bexdayê ya 9’ê Cotmehê li ser Şengalê kirin, hate bibîrxistin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku peyman dewama fermana 2014’an a li dijî civaka Êzidî ye û hate gotin, “Heta ku Tevgera Azadiyê û em hebin, wê bi ser nekevin. Xaka Şengalê bi xwîna Egîdan, bi xwîna zarokên leheng, û gerîlayên leheng hate avdan. Bila her kes zanibe ku em ê van nirxên xwe bi canê xwe, bi xwîna xwe biparêzin. Welatê Derwêş û Egîdan wê azad bibe, Şengal wê azad bibe.”

Piştî daxuyaniyê hunermend Suleyman Rengîn, Bavê Ronî, Emîn Hemdûna, Nalîn û Nazdar, Rewî û Egîd Şengalî stran gotin û çalakî bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv