Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hêzên Gerilla doh li navçeya Wanê Şaxê derbeke giran li artêşa Tirk xistin 12.09.2020

 

LI NAVÇEYA WANÊ ŞAXÊ ŞER
KOORDÎNEYA TEVGERA DAGIRKERIYÊ TÊK ÇÛ

Hêzên Gerilla doh li navçeya Wanê Şaxê derbeke giran li Artêşa Tirk xistin.

Çapemeniya Tirk dibêje 3 esker hatin kuştin yek ji wan yuzbaşî bû.

Yarbayek jî giranî birîndar bû.

Li gor çavkaniyên xwecihî hejmara kuştiyên artêşa Tirk zêdetire û di çalakiya gerîlayan de koordîneya tevgera dagirkeriyê ya li herêmê bûye hedef.

Ji aliyê çapemeniya şerê taybet a Tirk ve doh êvarî hatibû ragihandin, ku li bejahiya navçeya Wanê Şaxê şerekî dijwar diqewime.

Piştî vê agahiyê, derba ku artêşa dewleta Tirk a dagirker xwarî eşkere bû.

Pêşî çapemeniyê û paşê dewleta Tirk bixwe eşkere kir, ku 3 eskerên wan hatine kuştin û yek jê yuzbaşî ye.

Her wiha birîndarbûna yarbayek ango serhengekî xwe jî ragihandin.

Çavkaniyên xwecihî ragihandin, ku hejmara kuştî û birîndarên artêşa dagirker ji ya hatî eşkerekirin zêdetir e.

Dagirkeriya Tirk bi rêya çapemeniya xwe jixwe ev demek bû probagandaya tevgera dagirkeriyê ya artêşa Tirk a li herêmê dikir.

Ev tevgera ku weke “operasona Yildirim Norduz-10” hatiye binavkirin, li herêmê dewam dikir.

Çavkaniyên xwecihî ragihandin, ku gerîlayên HPG û YJA-Starê çalakiyeke bi bandor li darxistine.

Hedefa vê çalakiyê jî koordîneya vê tevgera dagirkeriyê ye, ku dewleta Tirk şevûroj probagandaya wê dikir.

Tê ragihandin, ku di encama çalakiyê de koordîneya tevgera dagirkeriyê ya artêşa Tirk hatiye têkbirin.

Niha awir zîvirîne ser daxuyaniya ku wê Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPGê derheqê şer an jî çalakiyê de bide.

Tê payîn di rojên bê de HPG agahiyên berfireh têkildarî şer an jî çalakiyên gerîlayan li herêmê ragihîne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv