Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Îbrahîm Bîlmez: Tecrîda Îmraliyê veguheriye pergala êşkenceyê 22.01.2021

 

PERGALA ÊŞKENCÊ YA ÎMRALIYÊ
BÎLMEZ: TECRÎDA ÎMRALIYÊ VEGUHERIYA PERGALA ÊŞKENCEYÊ

Ji parêzerên Rêber Apo Îbrahîm Bîlmez ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û diyar kir ku ji 2015’an û pê ve, li Îmraliyê bi temamî veguheriyeke pergala sîstematîk a êşkenceyê.

Bîlmez bi bîr xist ku ji bilî çend îstisnayên di 2019’an de, ji 2015″an û pê ve, tecrîda şidandî tê meşandin û got: Bi vê yekê hem hiqûqa netewî û hem jî navnetewî tê bin pê kirin.

Bîlmez bal kişand ser hewldanên Rêber Apo yên ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û got:

PERGALA ÊŞKENCÊ YA ÎMRALIYÊ
BÎLMEZ: BIRÊZ OCALAN DI NAVA ŞERTÊN DIJWAR DE LI BER XWE DIDE

“Birêz Ocalan pêkanîna aştî û çaresriya demokratîk a gelan, wekî berpirsyariyeke xwe dibîne. Serkeftina ji bo azadiya gelan esas digire. Ji bo vê jî di nava hewldan û têkoşînê de ye. Di nava şertên dijwar ên Îmraliyê de li ber xwe dide”.

Parêzer Îbrahîm Bîlmez ji pergala êşkencê ya Îmralî û tecrîdê hêzên statukoparêz ên siyaseta parçe bike û rêve bibe û yên dixwazin pergala netew-dewlet li Rojhilata Navîn bimeşînin, berpirsyar girtin û got: Ji ber ew hêzên statukoparêz, fikrên birêz Ocalan, li dijî xwe dibînin, tecrîda li Îmraliyê xistine dewrê.

PARÊZERÊ RÊBER APO ÎBRAHÎM BÎLMEZ:
TIRKIYE RÊBAZA RÊVEBERIYA ÎMRALIYÊ BELAVÎ TEVAHIYA WELÊT DIKE

Bîlmez anî ziman ku desthilatdariya Tirkiyê, rêbaza rêveberiya rewşa awarte esas digire û rêbaza bêhiqûqî û tecrîdê ya li Îmraliyê, di bin navê navenda rêveberina krîzê de belavî tevahiya Tirkiyê kiriye.

Bîlmez li hemberî yekrengî û hişmendiya antî-demokratîk, dij-hiqûqî û redkirina cûdahiyan jî, rêbaza çareseriya pir-rengî û destûreke bingehîn ya demokratîk nîşan da û got: Birêz Ocalan, mînaka Îspanyayê da. Li wê derê bi hevgirtina Destûra Bingehîn a Demokratîk pirsgirêk çareser bûn. Pirsgirêka Kurd jî, dikare bi Destûreke Bingehîn ya demoratîk çareser bibe.

PARÊZERÊ RÊBER APO ÎBRAHÎM BÎLMEZ:
DIVÊ SAZIYÊN NAVNETEWÎ JI PÊŞNIYARAN DERBASÎ PRATÎKÊ BIBIN

Bîlmez rola saziyên navnetewî ya di pergala êşkencê ya Îmraliyê de jî destnîaşn kir û got: Saziyên wekî Konseya Ewrûpa, Neteweyên Yekbûyî û CPTê tenê pêşniyarên ji bo Tirkiyê dikin. Divê ew bi pêşniyaran zêdetir, rola xwe bilîzin û pêşiya bêhiqûqî, neheqî, tecrîd û êşkenceyê bigirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv