Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Îlham Ehmed: Diyaloga Kurdî-Kurdî wê rê li ber çareseriya siyasî veke 06.10.2020

 

SEROKA MECLÎSA RÊVEBER A MSD’Ê ÎLHAM EHMED:
DIYALOGA KURDÎ-KURDÎ WÊ RÊ LI BER ÇARESERIYA SIYASÎ VEKE

Komcivînên Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê berdewam dikin.

MSD, panela xwe ya 7’an li bajarê Tebqayê lidar xist.

Nûnerên hemû beşên civakî, kesayetên siyasî yên serbixwe, nûnerên partiyên li herêmê, şêx û rûspiyên eşîrên Tebqayê, di panelê de amade bûn.

Seroka Meclisa Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed, di panêlê de axivî girîngiya pêkanîna panelan destnîşan kir.

Îlham Ehmed diyar kir ku hikumeta Sûriyê ji bo çareseriyê tu gavan navêje, tenê çareseriya leşkerî hilbijartiye ku bûye sedema wêranbûna Sûriyê û rê li ber destwerdana derve vekiriye.

Seroka MSD’ê diyar kir ku MSD ji diyalogên bi hemû aliyan re vekirî ye û got;

“Lê di serî de hikumeta Şamê, serhişkiya hin aliyan, diyalogên berê têk bir. Nêzîkatiya hikumeta Şamê ne çareserî û ne jî diyalogan qebûl dike.”

Îlham Ehmed bal kişand ser diyaloga kurdî-kurdî jî û diyar kir ku ev diyaloga wê rê li ber çareseriya siyasî û diyaloga Sûrî ya hundirîn veke.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid jî, di axaftina xwe de li ser jiyana hevbeş apêkhateyên herêmî sekinî û got;

“Dîrokê jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên Sûriyê de, hebûn û çarenûsa wan a hevpar îsbat kir.”

Panêl bi nirxandinan berdewam kir.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv