Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Îlham Ehmed qala amadekariya kongreyeke berfireh ya li Sûrî pêk bê dike

 

Meclisa Sûrî ya Demokratîk ji bo sîstemek baştir a rêveberiya xweser amadekariya kongreyeke berfireh dike.

Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûrî ya Demokratîk Îlham Ehmed diyar kir ku ewê destpêkê komxebatan pêk bînin û piştre biçin kongreyê.

Di kongreyê de jî wê bi hezaran kes amade bin.

Îlham Ehmed got ewê xwe bighînin her kesî û hemû mijaran nîqaş bikin.

LI SÛRÎ AMADEKARIYA KONGREYEKE BERFIREH
ÎLHAM EHMED: EM Ê XWE BIGIHÎNIN HER KESÎ Û HEMÛ MIJARAN NÎQAŞ BIKIN

Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûrî ya Demokratîk Îlham Ehmed li ser xebatên MSD’ê ji ajansa Hawarê re axivî.

Îlham Ehmed diyar ku ji bo sîstemek baştir a rêveberiya xweser amadekariya kongreyeke berfireh dikin.

Destpêkê wê bi şêweyê panelên navxweyî di navbera Rêveberiya Xweser û pêkhateyên herêmên Cizîrê û Firatê de pêk bên.

Komxebat û panelên biçûk li Qamişlo, Hesekê, Dêrazor, Minbic, Reqa, Tebqa û Kobanê werin li darxistin.

Îlham Ehmed ragihand ku wê nûnerên Rêveberiya Xweser û kesên ji derveyî rêveberiyê tevlî van xebatan bibin û wiha got;

Di van civînan de wê gelek mijar werin gotubêjkirin. Mijara têkiliyên dîrokî yên di navbera pêkhateyan de û rola wê di xêzkirina siberoja Sûriyê de.

Wê erk û mafên Rêveberiya Xweser ji aliyê siyasî, ewlehî û xizmetguzarî were nîşqakirin. Di encamê de wê perspektîfek derkeve holê. Bi şêwazê ku tevahiya şêniyên herêmê xwe di vê rêveberiyê de bibînin.

Îlham Ehmed got ewê piştî civînan kongreyeke berfireh li dar bixin û wiha got;

Wê bi hezaran kes beşdarî kongreyê bibin. Piştre wê komîteyek şopandinê bê avakirin da ku pêkanîna perspektîfên kongreyê bişopîne. Em ê encamên vê kongreyê bi hêzên siyasî û opozîsyona Sûriyê re jî parve bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv