Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Îlham Ehmed: Riya çareseriya krîza Sûrî di netewa demokratîk re derbas dibe 02.01.2021

 

HEVSEROKA DESTEYA RÊVEBER A MSD’Ê ÎLHAM EHMED:
ISRARA REJÎMÊ YA DI HIŞMENDIYA BERÊ DE ÇARESERIYÊ ASTENG DIKE

Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed xebatên 2020’an û planên 2021’an ji ANF’ê re nirxandin.

Îlham Ehmed di serî de bal kişand ser hişmendiya rejîma Sûrî ya krîzê kûrtir dike û wiha pêde çû: Israra rejîmê ya di hişmendiya heyî de, astengiya herî mezin a li ber çareseriya krîza Sûriyê ye.

HEVSEROKA DESTEYA RÊVEBER A MSD’Ê ÎLHAM EHMED:
RIYA ÇARESERIYA KRÎZA SÛRÎ DI NETEWA DEMOKRATÎK RE DERBAS DIBE

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed ji bo çareseriyê jî, hişmendiya netewa demokratîk destnîşan kir û got: Mînaka Bakur û Rojhilatê Sûrî li holê ye. Mînaka herî baş a ji bo çareseriyê ye. Ya bêkirin vegera ser xeta netewa demokratîk e û di çarçoveya azadiya gelan de pêkanîna Sûriya Demokratîk e.

Îlham Ehmed bi bîr xist ku hin aliyan bawer dikir ku wê projeya xweseriya demokratîk pêş nekeve, di nava demeke kin de dê têk biçe. Lê belê tevî hemû êrişan jî, ev proje pêş dikeve û ji bo tevahiya herêmê dibe mînak.

HEVSEROKA DESTEYA RÊVEBER A MSD’Ê ÎLHAM EHMED:
JI BO NASKIRINA RÊVEBERIYA XWESER DIVÊ RÛSYA ZEXTÊ LI ŞAMÊ BIKE

Îlham Ehmed dazanîn ku li tevahiya salê di nava hewldanan de bûne, kes û derdorên nû li xebatên MSD’ê zêde kirine û li ser têkiliyên bi Rûsya re jî vê dibêje: Me peymana Moskova îmze kir. Bandora Rûsya li ser Şamê pir zêde ye. Em hewl didin Rûsya rêveberiya xweser nas bike, zext li rejîmê bike û pêşiya çareseriyê veke.

Hevseroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed li ser hevdîtinên Komîteya Destûra Bingehîn jî got: Rêveberiya Xweser ji 3/1 gelên Sûrî temsîl dike. Astengkirina beşdariya rêveberiya xweser, nîşan dide wê ji wê komîteyê ti tişt dernekeve.

HEVSEROKA DESTEYA RÊVEBER A MSD’Ê ÎLHAM EHMED:
EMÊ DI SALA NÛ DE JI HEMÛ ALIYAN XEBATÊN XWE PÊŞ BIXIN

Îlham Ehmed anî ziman ku di sala nû de armanca wan a herî mezin, dawîkirina dagirkerî, pêşxistina rêveberiya xweser, xebatên xweparastinê û navendkirina demokrasî ya rêveberên xweser û çareseriya krîza Sûrî ya di çarçoveya hişmendiya netewa demokratîk e.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv