Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

ILPS dest bi hemleya azadiya Rêber Apo dike 28.10.2020

 

ILPS DEST BI HAMLEYA AZADIYA RÊBER OCALAN DIKE
HAMLE WÊ DI 1’Ê MIJDARÊ DE DEST PÊ BIKE

Yekîtiya Têkoşîna Navnetewî ya Gelan ILPS’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan bi dirûşmeya, ”Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re!, Ji Ocalan re azadî!, Ji Kurdistanê re azadî!’ dest plansaziyeke berfireh ya çalakiyan kiriye.

Çalakiyan ku bi navê ”Meha Piştevaniya Global a Kurdistanê” wê ji 1’ê Mijdarê û şûn ve dest pê bikin. Piraniya çalakiyan wê onlîn û bi tevlêbûna fizîkî çêbibin.

Di nav van çalakiyan de semînerên ku mijara wan tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin, dagirkeriya ser Rojava, Tevgera Jina Kurd, li Ewropayê piştevaniya bi Tevgera Azadiya Kurd re wê bên dayîn.

Di çarçoweya 1’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Kobanê de wê bernameyên çandî yên bi temayên ji Ocalan re azadî û ji Kurdistana re azadî jî werin lidarxistin.

Di daxuyaniya de ji bo tevlêbûnek xurt ji çalakiyan re çêbibe bengewazî hat kirin.

Her wiha di daxuyaniyê de hate xwestin ku hemû pêkhateyên ILPS’ê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd îmzeyan kom bikin û bişînin saziyên têkildar.

Di daxuyaniyê de bi berdewamî hate diyarkirin ku li dijî êrîşên faşîst û dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê ILPS bi milîtanî wê piştevaniyê Kurda bike.

Di daxuyaniyê de hate gotin Rêberê Gelê Kurd divê demildest azad bibe û hate xwestin ku dagirkeriya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê demildest bidawî bibe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv