Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Înisiyatîfa rewşenbîrên ereb: Em li dijî zaliman li gel Ocalan in 24.02.2021

 

“DEM HATIYE JI OCALAN RE AZADΔ
ÎNÎSIYATÎFA REWŞENBÎRÊN EREB: EM LI DIJÎ ZALIMAN LI GEL OCALAN IN

Di salvegera 22’yan a komploya 15’ê Sibatê de dewa azadiya Rêber Apo li seranserê cîhanê di rojeva gelan de ye.

Derdorên xwedî wijdan, demokrat, şoreşger, camîaya rewşenbîr û hunermendan ji aliyê xwe ve di nava tevgerê de ne.

Komeke ji rewşenbîrên Misrê jî bi heman armancî beruya bi demekê însiyatîfek ava kirin.

Însiyatîfa Azadiya Ocalan ji bo ev kampanya bigihîje mexsedê xebatên xwe didomîne.

Ji endamên însiyatîfê proseforê siyasetê Fernaz Etiya Ehmed diyar kir ku ew ji pêşketina kampanyayê dilxweş in.

Profesor Fernaz Etiya Ehmed der barê xebatên însiyatîfê de agahî dan û got:

Em fikir û kesayeta Ocalan û mesela kurdî bi rewşenbîran didin naskirin.

Li aliyê din em ji bo serbestiya Ocalan jî ji gelek karan re pêşengiyê dikin.

Fernaz Etiya Ehmed, îlaret bi îmzeyên ji bo azadiya Rêber Apo kir û got:

Me ji bo azadiya Ocalan heta niha 8 hezar îmze kom kirine.

Her roja derbas dibe kampanya xurttir dibe.

Ji coxrafya erebî eleqeyeke mezin a rewşenbîr û entellektuelan ji bo kampanyayê heye.

Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Misrê û endamê însiyatîfê, Behaedîn Şaban jî got

Endamên însiyatîfê bawer in ku piştevaniya gelan û azadîxwazên cîhanê têrê dike ku Rêber Abdullah Ocalan azad bibe.

Em bawer in ku gelê Kurdistanê wê li ber xwe bide, piştgiriya gelan û azadîxwazên cîhanê jî serbestberdana Rêber Abdulalh Ocalan pêk bînin.

Da ku Ocalan ji nû ve rola xwe ya dîrokî di hembêza gel û hevalên xwe yên Kurd û Ereb û gelên cîhanê de temam bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv