ÇALAKIYÊN ÎNÎSIYATÎFA ZAROKÊN AGIR
LI BALIKESÎRÊ KAMPEKE MÎT’Ê HAT ŞEWITANDIN
Înîsiyatîfa Zarokên Agir li Balikesîrê kampeke saziya îstîxbaratê ya dewleta Tirk şewitand.
Înîsiyatîfê bi daxuyaniyekê diyar kir, ku li Stenbolê jî 7 wesaît şewitandine.
Daxuyanî bi belavkirina dîmenê çalakiyê hat ragihandin.
Li gorî daxuyaniyê, li navçeya Balikesîrê Ayvalikê 20’ê Îlonê kampeke saziya îstîxbaratê ya dewleta Tirk-MÎTê hatiye şewitandin.
Ji bilî vê, li Izmîrê qadeke pîşesaziyê tevî 6 wesaîtên tê de hatiye şewitandin.
Li Stenbolê jî 7 wesaîtên şaredariya Fatîhê hatine şewitandin.
Li Enqerê jî kamyonek hatiye şewitandin.
Divê navberê de, Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Savaş Amed, li Stenbolê çalakî kirin.
Di çalakiyan de 4 wesayîtên faşistên AKP û MHP’ê hatin şewitandin.