DAXUYANIYA ÎNSIYATÎFA ZAROKÊN AGIR Û ENDAMÊN YPS’Ê
“LI BAJARÊN TIRKIYÊ LI DIJÎ HEVKARÊN AKP-MHP’Ê ÇALAKÎ HATIN KIRIN”
Însiyatîfa Zarokên Agir û endamên YPS’ê li bajarên Tirkiyê çalakî kirin.
Ev çalakî jî li dijî hevkarên AKP-MHP’ê pêk hatin.
Bi daxuyaniyan encama çalakiyan eşkere kirin.
Ciwanên şoreşger ragihandin ku ev çalakî li dijî şewitandina daristanên Çiyayê Cûdî hatine kirin.
Însiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku 6’ê Îlonê li bajarê Denizliyê wesayîta faşîstekî AKP’yî şewitandin.
7’ê Îlonê li navçeya Îzmîr Bayindirê jî avahiyeke 5 qatî û dikanên di bin de hatin şewitandin.
Bi vê çalakiyê re 2 erebeyên tirkan jî şewitandin.
Heman rojê li navçeya Tekirdag Ergeneyê fabrîqeyeke boyax û tekstîlê hat şewitandin.
8’ê Îlonê li navçeya Îzmîr Menemenê fabrîqeyeke tekstîlê şewitandin.
Tîmên Bersivdanê yên Şehîd Adir Xizgonos ên YPS’ê jî di 8’ê Îlonê de fabrîqeya tekstîlê ya li navçeya Menemen a Îzmîrê şewitandin.
Heman rojê li navçeya Efeler a Aydinê jî agir bi sîteya pîşesaziyê ya li kolana Sanayî Alti ya taxa Zeybekê xistin.
Xisar li derdora sîteyê û wesayitên lê bû.
Li navçeya Bozdogan a Aydinê jî li dijî santrala elektrîkê çalakiya sabotajê hat lidarxistin û di encamê de santrala elektrîkê bi temamî îmha bû.
Li navçeya Kepez a Antalyayê jî di 31’ê Tebaxê de avahiya endamekî MHP’ê hat şewitandin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di çarçoveya “Pêngava Tolhildanê ya li dijî mêtinger, sîxur û nokeran” de li dijî şewitandina daristanên Çiyayê Cûdî wan ev çalakî pêk anîne.