JI ÎNÎSIYATÎFA GEL A KURDISTANÊ BANG:
JI BILÎ XURTKIRINA TÊKOŞÎNÊ TI RÊ LI BER PÊŞIYA ME NÎNE
Însiyatîfa Gel a Kurdistanê têkildarî pêngava ‘Bes e ji tecrîd, faşîzm, dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye” daxuyaniyek weşand.
Însiyatîfê bi gotinên wekî “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê bibe serketina şerê azadî û hebûnê yê gelê Kurd” girîngiya pêngavê destnîşan kir.
JI ÎNÎSIYATÎFA GEL A KURDISTANÊ BANG:
DEM EW DEM E KU EM DERBA MIRINÊ LI DEWLETA TIRK BIXIN
Însiyatîfê anî ziman ku li dijî siyaseta qirkirin, xiyanet û ferzkirina teslîmiyetê, riya yekane xurtkirina têkoşînê û têkbirina faşîzmê ye.
Însiyatîfê bi bîr xistiye ku Tevgera Azadiyê bi têkoşîna 45 salan, dewleta Tirk a qirker lawaz kiriye û got: Têkoşînê dewleta Tirk gihandiye ber hilweşînê. Dema xwe ya herî lawaz dijî. Dema derba mirinê li dewleta Tirk xistinê hatiye.,
JI ÎNÎSIYATÎFA GEL A KURDISTANÊ BANG:
DIVÊ GELÊ ME BAKURÊ KURDISTANÊ LI AKP’Ê BIHERIMÎNE
Însiyatîfê anî ziman ku roj roja xwedî-derketina li rûmetê ye û got: Divê ti Kurdekî bi rûmet li şûna xwe rûnenê. Divê gelê me yê Bakur û metropolên Tirkiyê însiyatîfa çalakiyên her awayî bi kar bîne. Bi çalakiyên her awayekî li Bakurê Kurdistanê li AKP’ê biherimîne.
Însiyatîfê ji jin û ciwanan jî xwest ku pêşengiya pêvajoya çalakiyên li hemû deverên lê ne bikin û derba mirinê li dewleta Tirk bixin.