Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Înîsyatîfa `Ji Ocalan Re Azadî` banga beşdariya çalakiyan kir 24.09.2020

 

10’Ê COTMEHÊ ROJA JI OCALAN RE AZADÎ YA CÎHANÎ
ÎNÎSIYATÎFA JI OCALAN RE AZADÎ BANGA BEŞDARIYA ÇALAKIYAN KIR

Înîsiyatîfa Ji Ocalan Re Azadî jî têkildarî mijarê bangek weşand.

Di daxuyaniyê de bang li her kesî hat kirin, ku li çar aliyên Cîhanê 10’ê Cotmehê çalakiyên aktîf li dar bixin.

Înîsiyatîfa Ji Ocalan Re Azadî têkildarî “10’ê Cotmehê Roja Cîhanî ya Ji Ocalan Re Azadî’ daxuyaniyek weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de hat gotin:

Ji bo Înîsiyatfa ji Ocalan re Azadî veguhere rengekî cîhanî, bang li her kesî dike ku bi înîsiyatîfa xwe rabe.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê dixwaze krîza netew-dewletê ya pê re kûr bûye, bi faşîzm û dagirkirina qadên nû çareser bike.

Û hat gotin:

Muxalifan bi dehan zindanên nû yên ava dike ditirsîne. Nerehetiya civakî ya li hemberî xizanî, bêkarî, qirkirina xwezayê û dijminahiya li jinê, hewl dide bi netewperestî û nijadperestiyê bitepisîne.

Di daxuyaniyê de krîza ku dewleta Tirk û rêjîma wê ya faşîst di qada navneteweyî de pê re rû bi rû ye jî hat destnîşankirin û hat gotin, şerê li Kurdistanê jî bi Pîlana Çokdanînê ya 2014’an ket rojevê û bi girankirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bihara 2015’an xistin meriyetê.

Ev tecrîd li tevahiya Kurdistanê û Tirkiyê belav bû.

Di daxuyaniyê de îşaret bi tecrîda 21 salan a li dijî Rêber Apo hat kirin û bal hat kişandin ser berxwedana gelê Kurd a li dijî vê tecrîdê:

Di encama vê yekê de CPT’yê herî dawî meha Tebaxê bi rapora xwe piştrast kir, ku tecrîd êşkence ye.

Di daxuyaniya Înîsiyatîfê de hat destnîşankirin, noqteya ku aştî li Kurdistanê û Tirkiyê destpê bike, wê bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê be û hat gotin, ji ber ku şer pêşî li hemberî Îmraliya aştî dixwest hat ragihandin.

Înîsiyatîfa Ji Ocalan Re Azadî ji ber vê yekê ev bang kir:

Bi şîara “Dema wê hatiye, niha ji Ocalan re azadî, ji Ocalan re azadî û ji faşîzm û dagirkeriya li Kurdistanê re bese!…

Em bang li her kesî dikin, ku di çarçoveya “10’ê Cotmehê Roja Ji Ocalan Re Azadî ya Cîhanî” de li çar aliyên cîhanê çalakiyên aktîf pêş bixin û bi xurtî beşdarî çalakiyan bibin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv