Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê bi daxuyaniyekê rêze çalakiyên ku hêzên wan li darxistine eşkere kir.
Li gorî daxuyaniyê;
li Avcilar a Stenbolê “3 wesayit,li Kuçuk-çekmece ya Stenbolê qadeke herêma leşkerî ,”2 kamyon û li Gebze ya Kocaeliyê febrîqeyeke dermanan a karsaz û hevkarên AKP-MHP’ê şewitandine.
Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê bi daxuyaniyekê çalakiyên ku hêzên wan pêk anîne eşkere kir.
Li gorî daxuyaniyê;
8ê Îlonê li navçeya Stenbol Avcilarê 3ê wesayîtên aligirên AKP-MHPê şewitandin.
Heman rojê li navçeya Stenbol Kuçukçekemeceyê jî qadeke leşkerî û 2 qemyonên bar ên li otoparkê hatin şewitandin.
Roja 9ê Îlonê jî li Kuçukçemeceyê 2 wesayîtên kesên xwe ji nasnameya xwe qûtbûne û li kêlek faşîstên AKPê cih digrin hatin şewitandin.
9’ê Îlonê li Gebze ya Kocaeliyê jî febrîqeyeke dermanan a karsaz û hevkarê AKP’î yên faşîst hate şewitandin û bi milyonan lîre zerar li febrîqeyê bû.
Jinên Tîrêjên Rojê di daxuyaniyê dan xuyakirin ku ji îro û pê ve wê çalakiyên wan di çarçoveya Pêngava
“Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye” bên li darxistin.
Însiyatîfê pengava nû ya Tevgera Azadiya Kurdistanê silav ki û û bang li ciwanên kurd kir ku li dijî tecrîdkirina Rêber Kurd Abdullah Ocalan beşdarî berxwedanê bibin.