Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Însîyatîfa Zarokên Agir, Yekîneyên Tolhildanê û tîmen YPS`Ê li Kurdistan û Tirkiyê çalakî kirin 20.09.2020

 

CIWANAN PÊNGAVA KCK’Ê SILAV KIRIN
LI KURDISTAN Û BAJARÊN TIRKIYÊ ÇALAKÎ PÊK HATIN

Însiyatîfa Zarokên Agir, Yekîneyên Tolhildanê û tîmên YPS’ê li Kurdistan û Tirkiyê çalakî kirin.

Çalakiyên dawî jî ji bo pêngava nû ya dem dema azadiyê ye pêk hatin.

Li gorî daxuyaniyan hevkarên faşîzma AKP-MHP’ê û polîsên Dewleta Tirk hatin cezakirin.

Însiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku di 16’ê îlonê de li Stenbolê depoyeke pir mezin ya organîze sanayî şewitandin.

Heman rojê li bajarê Tekirdagê kargeheke Tirkan şewitandin.

17’ê Îlonê li bajarê Kocaeliyê fabrîqeyeke kozmetikê ya tirkan şewitandin.

17’ê Îlonê li Bursayê fabriqeyeke mezin ya AKP’yiyan hat şewitandin.

Piştî bi rojekê jî li navçeya Efeler a Stenbolê fabriqeyeke Tirkan şewitandin.

18’ê Îlonê li bajarê İzmîrê jî wesayîtek Tirkan hat şewitandin.

19’ê Îlonê li bajarê Enqerê fabrîqeyek şewitandin.

Tîmên Bersivdanê yên YPS’ê jî 19’ê Îlonê li dijî firoşkarên narkotîkê li kolana Gungor a navçeya Geverê ‘çalakiya cezakirinê’ li darxistin.

14’ê Îlonê li Sîteya Pîşesaziyê ya Mersînê li hemberî depoyeke parçeyên qemyonan çalakî hat kirin.

YPS’ê diyar kir ku di encama çalakiyê de depo bi temamî şewitî.

8’ê Îlonê li taxa Şehîtlîk a Yenîşehîr a Amedê bi bombeyan li dijî qereqolê çalakî hate kirin.

Lê hejmara kuştî û birîndaran nehat zelalkirin.

Yekîneyên Tolhildanê jî li dijî faşîstên AKP û MHP’ê li 5 bajaran çalakî li dar xistin û pêngava KCK’ê silav kirin.

Di navbera 16 û 18’ê Îlonê de li bajarên Stenbol, Batman, Wan, Bedlîs û Agirî çalakî hatin kirin.

Di van çalakiyan de jî fîrmayên AKP’ê û wesayîtên wan hatin şewitandin.

Her wiha kesên fihûş dikirin û tiryak difirotin hatin cezakirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv