Însiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku 29’ê Îlonê li Konak a Îzmîrê dikaneke kesekî AKP’î şewitandine.
Li gorî daxuyaniyê di 30’ê Îlonê de jî li navçeya Gursû ya Bûrsayê şîrketeke hewa sar hatiye şewitandin û zerarek bi milyonan TL’î li şîrketê bûye.
Însiyatîfê diyar kir ku heman rojê li Beylîkduzu ya Stenbolê depoya febrîqeyekê hatiye şewitandin, di 1’ê Cotmehê de jî li navçeya Nîzîp a Dîlokê qemyonek hatiye şewitandin.