JI ÎNÎSIYATÎFA ZAROKÊN AGIR ÇALAKÎ
LI BÛRSA, ENQERE, IZMÎR Û SAKARYA GELEK KARGEH HATIN ŞEWITANDIN
Înîsiyatîfa Zarokên Agir li Bûrsa, Enqere, Izmîr û Sakarya rêzeke çalakiyên şewitandinê pêkani.
Hemû çalakî li dijî rêjîma faşîst a AKP-MHPê û hevkarên wê pêk tên.
Înîsiyatîfa Zarokên Agir bi daxuyaniyekê encamên çalakiyan ragihandin.
3’yê Tîrmehê li Enqerê depoyek, 1’ê Tîrmehê li Bûrsayê fabrîkayeke plastîkê û depoyek hatin şewitandin.
Heman rojê depoyeke zad û lojîstîkê li navçeya Bûrsayê Yildirimê hat şewitandin.
2’yê Tîrmehê li navçeya Izmîrê Gazîemîrê galeriyeke wesaîtan tevî 6 wesaîtên tê de hat şewitandin.
26’ê Tîrmehê jî li Sapancaya Sakarya, fabrîkayeke alavên banan çêdike, hat şewitandin.
Li aliyê din doh jî fabrîkayeke fîşekên hewayî li Sakarya teqiya bû.
Înîsiyatîfê bi daxuyaniyekê ev çalakî li xwe girtibû.