Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Îro li Parîsê bi hezaran Kurdistanî û dostên xwe di salvegera 8’an, Komkujiya Parîsê şermezar kirin 09.01.2021

 

SALVEGERA KOMKUJIYA PARÎSÊ
KURDISTANÎ Û DOSTÊN XWE DI SALA 8’AN DE KUJER ŞERMEZAR KIRIN

Ji bo bîranîna qurbaniyên komkujiya 9’ê Çileyê Sara, Rojbîn û Ronahî Kurdistanî û dostên xwe li paytexta Fransayê Parîsê li hev civiyan..

Xwepêşandana mezin bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd li Ewrûpayê pêk hat.

Bi hezaran kes di saetên sibê de li pêşiya Gare Du Nordê kom bûn, wêneyên hersê pêşgan hilgirtin û ber bi meydana Republiqueyê ve meşiyan..

Jinan di refên pêş ên baskên meşê de cihê xwe girtin.

Malbatên Cansız, Dogan, Şaylemez jî di nava Kurdistaniyan de bûn..

Beşdarên meşê bi gotina sloganên “Kujer Erdogan” berpirsiyariya sereke a serokê rêjîma Tirk bi bîr xistin.

Û li dijî xemsariya hukûmeta Fransayê jî nerazîbûn nîşan dan.

Piştî meşa li nava Parîsê, girseya gel li Meydana Republiqueyê kom bû..

Li vir jî li ser navê malbat, rêxistinên Fransa û Kurdistanî peyam hatin dayîn.

Pêşî malbatên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Saylemez axivîn û ji hukûmeta Fransayê xwestin komkujiyê ronî bike.

Malbatan her wiha ji Kurdistaniyan xwest ku xwedî li pêngava ‘Dem Dema Azadiyê’ derkevin.

Piştre endamên sazî û rêxistinên Kurdsitanî yek bi yek axivîn û peyamên hesabpirsînê dan..

Hêjmareke zêde ji partî û saziyên Fransî û yên Ewropî jî piştgiriya xwe nişandan û wan jî bang li hukumeta Fransî kir ku komkujiya Parisê eşkere bike.

Sazî û partiyên Fransî û Ewrûpî diyar kirin ku aştî bi azadiya rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkane û xwestin PKK ji lîsteya terorê bê derxistin.

Her wiha li di mitîngê de peyama Komalên Jinên Kurdistanê KJK’ê jî hat xwendin.

Di peyamê de hat gotin ku komkujî di şexsê Sara, Rojbîn û Ronahî de, li dijî cewhera stratejîk a têkiliya Rêber Apo û jinan hatiye kirin.

Bang li jinên Kurd û hemû jinên herêmê û cîhanê hat kirin ku beşdarî vê têkoşînê bibin.

Û sala 2021’an ji faşîzmê, desthilatiya mêr û qirkeran re bikin sala hesabpirsînê û veguherînin serkeftinê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv