83. SALVEGERA DARVEKIRINA SEYÎD RIZA
KURDISTANÎ SEYÎD RIZA Û HEVALÊN WÎ BI BÎR TÎNIN
Rêveberiya tirk 15’ê mijdarê Seyîd Riza û hevalên wî darde kirin.
Lê belê bingeha Terteleya Dersimê, bi qanûna Tuncelî ya 1935″an û bi rapora mufetîşê mulkiyeyê Hamdî Begê amade kir.
Hamdî Beg beriya qirkirinê bi raporekê Dersim wekî kunêreke xerab ya ji bo komara Tirk bi nav kir û got: “Ji bo selametiya welêt, pêwistî bi ameliyeta vê kunerê heye’.
Bi qanûna Tuncelî ya 1935’an, walî û fermandarê eskerî jî, qasî wezîrekî xwedî erk bûn.
83. SALVEGERA DARVEKIRINA SEYÎD RIZA
DI BÎRANÎNÊN RAYEDARÊN TIRK ÊN WÊ DEMÊ YÊN LI DERSIMÊ DE XWÎN DIHERIKE
Hêzên Tirk piştî qanûn û raporê amadedikin, Dewleta tirk dest bi qirkirina li tevahiya Dersimê kir.
Ji bo mirov vê qirkirinê fêm bike jî, tenê pirtûka bîranînên Mûhsîn Batûr ya bi navê ‘Anilar û Goruşler’ ango Bîranîn û Nêrîn’ binêre bes e.
Batûr wiha dibêje:
Me li qûntarên Xarpêtê, biryargehên bi konan saz kirin û dûre jî wekî rawestgeha yekemîn ber bi Pertekê bi rê ketin. Li wir zêdetirî 2 mehan me wezîfeyên taybet kirin. Lê ez li vir, ji xwendevanan lêborînê dixwazim û ezê vê beşa bîranînên xwe, nenivîsim’.
ESKERÊ ŞAHIDÊ TERTELEYA DERSIMÊ:
ME 500-600 KES LI DÛ HEV RÊZ KIR, DÛRE JÎ GULEBARAN KIR
Yek ji eskerên Tirk ên wê demê jî qirkirina Dersimê bi van gotinan tîne ziman:
Me 500-600 kes li dûv hev rêz kirin, destê wan dan hev û bi çekên otomotîk gulebaran kirin. Dûre avêtin çemê Harçîk ê. Rengê çemê harçîk guherî û bûbû wekî gola xwînê.
Wekî vî bi dehan şahîdên din jî hene û ew jî piştî salan hovîtiya li Dersimê kirine, tînin ziman.
Dewleta Tirk ev hovîtî jî têr nedîtin.
Rayedarên Tirk bi dek û dobana Seyîd Riza dawetî Erzînganê kirin û di 10’ê îlona 1937″an de girt.
Li gorî hin çavkaniyan şeva 15’ê mijdarê li gorî hin çavkaniyan jî şeva 17’ê mijdara 1937’an , tevî kurê wî yê biçûk 10 kes darde kirin.
Seyîd Riza di dema dardekirinê de jî bi van gotinên dîrokî bersiv da rayedarên tirk:
“Min nekarî li hemberî hîle û derewên derkevim bi ser bikevim, ev ji min re bû derd, lê belê min jî serê xwe li ber we netewand, bila ev jî, ji we re bibe derd.”
Hêzên Tirk dardekirina Seyîd Riza komkujî zêde kirin û heta 1938″an 40 hezar kes kuştin.
Yên sax mabûn jî surgun kirin û bi sedan zarok jî belavî li rayedar û sûbayên Tirk kirin û ew wekî Tirk mezin kirin.
Jixwe Îsmet Înonu, piştî dardekirina Seyîd Riza gotibû wan ‘pirsgirêka Dêrsimê ji holê rakiriye’.
Lê belê, ev siyaseta qirkirinê ti carî negihişt armanca xwe.
BÎRANÎNA SEYÎD RIZA
NÊVIYÊN WÎ PEYKERÊ WÎ LI NAVENDA DERSIMÊ DANÎ
Berovajî nêviyên Seyît Riza, hêviya dewleta tirk di qirika wê de hişt.
Neviyên Seyîd Riza bi pêşengiya Rêber Apo, peykerê wî li navenda Dêrsimê danîn.
Neviyên Seyîd Riza bi wesîleya salvegerê careke din wî bi bîr tînin, soza pirsîna hesabê û pêkanîna xeyalên wî dûbare dikin.