Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Îro salvegera wefata helbestvanê Kurd Cîgerxwîn e 22.10.2020

 

ŞAÎRÊ KURD CIGERXWÎN
ÎRO SALVEGERA WEFATA HELBESTVANÊ MEZIN E

Şaîrê Kurd Cîgerxwîn bi navê xwe yê din Şehmuz di sala 1903’an de li gundê HESARÊ yê bakûrê Kurdistanê tê dunê.

Di ciwaniya xwe de diçe medreseyên olî yên kurdî û li ser ola îslamê perwerde dibe.

Bi vê wesîlê firsend dibîne ku li gelek heremên Kurdistanê bigere, civakê nasbike û li ser pirsgirêkên wan li çareseriyan bigere.

Ew di cîwaniya xwe de bi malbata xwe re derbasî Qamişloyê dibe û piştre li Amûdê bi cîh dibe tevlî karê siyasî dibe.

Cîgerxwîn di sala 1928 an de dest bi nivîsandina helbestan dike, tevlî serhildana Şex Said dibe, di nava rêxistina XOYBUNê de cîh digire û di kovara kurdî Hawarê de bi navê Cîgerxwîn helbestan dinivisîne.

Di sala 1948an de Cegerxwîn dibe endamê Partiya Komûnîst ya Sûriyê û ji ber xebatên xwe demekê di zîndanê de tê girtin.

Ber bi salên 1957an Cegerxwîn bi hevalên xwe re rêxistina AZADÎ saz dikin, piştre Partiya Demokrata Kurd ava dikin.

Di wan salan de, demekî li zanîngeha Bexdayê mamostetiya zimanê kurdî jî dike.

Lê piraniya jiyana wî li Qamişlo û Amûdê derbas dibe.

Ji ber pirsgirêkên siyasî yên bi rejima Şamê re ew di sala 1979an de neçar dimîne derbasî Ewropayê bibe û diçe li paytexta Swed Stokolmê bi cîh dibe.

Li Swêdî ew giranî dide nivîsandina helbestan.

Roja 22ê cotmeha 1984’an li bajarê Stockholmê Cegerxwîn jiyana xwe ji dest dide.

Kurdistaniyan cenazeyî wê birin li Qamîşloyê sipartin axê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv