Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
CîhanNûçeyên Dawî

Israîlê têkiliyên xwe ên dîplomatîk bi welatên Ereb ên Kendavê re pêş dixe

 

Lêgerînên Îsraîlê yên ji bo sererastkirina têkiliyên xwe bi welatên Ereb re didomin.

Çend hefte piştî peymana li gel Îmaratê îmze kir, Îsraîl niha jî bi Bahreynê re kete nava danûstandinan.

Vê pêvajoya ku bi pêşengiya rêveberiya Waşîngtonê despê kir, tê payîn ku nêz de Erebestana Siûdî jî vekişîne nava xwe.

Berî çend heftiya bi peymana dîrokî ya navbera Îsraîl û Îmaratê, bû destpêka dawîanîna li qonaxekeke 70 salan.

Qonaxa qutbûna têkiliyên fermî yên Îsraîlê bi welatên Ereb re, bi vê peymanê re bi awayekî fermî bi dawî bû.

Tevî nerazîbûna filistiyan û dewleta Îranê, Îmaratê ne tenê peymana normalîzekirina têkiliyên bi Îsraîlê re îmze kir, herwiha hin gavên pratîk jî avêtin.

Rayedarên van welatan ji bo îspatkirina normalîzekirina têkiliyên xwe, di têkoşîna li dijî koronayê û hin warên din ên însanî de karên hevbeş jî pêk anîn.

https://www.ruptly.tv/en/videos/20200914-035-Iran–Arab-states-to–regret–deals-with-Israel-and-US—Khamenei-s-top-adviser?search_key=4bcb165a-6711-491c-b8d7-e24e264efc99
Hê hêrsa filistîniyan û dewleta Îranê daneketibû û Îmarat bi îxanetê sûcbar dikirin, ajansan nûçeya hevdîtineke din belav kir.

Ev jî hevdîtina Îsraîlê li gel Bahreynê bû.

Bi navbeynkariya rêveberiya Waşîngotinê eynî weke ya li gel Îmaratê, Îsraîlê bi Bahreynê re jî kete nava pêvajoya normalîzekirina têkiliyên xwe yên dîplomatîk.

Wekî din, serokê Amerîkî Donald Trump bi daxuyaniyekê behsa îhtîmala peymaneke sêyemîn jî kir.

Ev jî diyalogeke Îsraîlê li gel Erebistana Suûdî ye.

Trump li ser mijarê wiha axivî:

Min bi qralê Suûdî re xeber da. Me pê re jî ji bo normalîzekirina têkiliyên wan ên bi Îsraîlê re diyalogek da destpêkirin.

Ev jî nîşan dide ku pêvajoya, vê gavê ji bilî Qeterê, wê tevahiya welatên ereb bide ber xwe û dawî li dijminahiya 70 salan bîne.

Başe helwesta Filistiniyan wê çi be, ev yek wê bi demê re zelal bibe.

Vê gavê rêxistinên filistînî van peymanan xwe xiyanet bi nav bikin jî, îhtîmal heye xeleka dawî ya peymanên Îsraîlê bi Filistîniyan re be.

Endamê parlemena Bahreynî Ali Işaqî li ser mijarê da zanîn ku Qraliyeta Behreynî bi vê hevdîtinê berjewendiyên filisîniyan jî li ber çavan girtine û wiha axivî:

“Pozîsyona Bayrenê ya beramberî mijara filistînî û mafên gelê filsîtînî neguheriye. Di her hal û karî de em bûne piştgirê doza Filistînî û lihevkirina me ya bi Îsraîlê re wê pozîsyona me neguherîne.

Tê payîn ku ev peyman di nava çend rojan de li Qesra Spî were îmzekirin.

Ev jî hatin dîtin

13:00 Cîhan

Stêrk Tv

13:00 Cîhan

Stêrk Tv

13:00 Cîhan

Stêrk Tv

13:00 Cîhan

Stêrk Tv

13:00 Cîhan

Stêrk Tv

13:00 Cîhan

Stêrk Tv