Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

James Jeffrey ji DW re axivî: Di mijara Sûrî de Amerîka û Tirkiyê hem fikir bûn 27.01.2021

 

JAMES JEFFRY JI DW RE AXIVÎ
DI MIJARA SÛRÎ DE AMERÎKA Û TIRKIYÊ HEM FIKIR BÛN

Nûnerê taybet ê Amerîka ji bo Sûrî, James Jeffrey di mijara dijminahiya li hemberî Kurd bi hevkariya xwe a li gel dewleta Tirk tê naskirin..

Di serdema wî de plana dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî hate amadekirin û bi sed hezaran kes ji cih û warên xwe bûn.

Bi têkçyûna Trump re, Jeffrey dest ji erka xwe berda.

Têkildarî serdema nûnertiya xwe a taybet û helwesta rêveberiya Joe Biden li hemberî Tirkiyê, James Jeffrey ji saziya ragihandina Alman DW re axivî..

Li ser pêwendiyên Tirkiyê û Amerîka dema desthilatdariya Trump, Jeffrey ev bersiv da:

Ji bo rewşa Sûrî, em û Tirkiyê hem fikir bûn. Bi taybet ji bo têkbirina rêjîma Beşar û derxistina Îran ji Sûrî, em û Enqerê di nava hevkariyê de bûn.

Lê astengiya mezin a li pêşiya me, mijara QSD’ê bû.

Tê zanîn di mijara şerê li dijî DAIŞ’ê de Amerîka û QSD’ê hevkar in. Tirkiyê li dijî vê derket û hemû hewldanên me ên ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bê encam man.

JAMES JEFFRY JI DW RE AXIVÎ
JI BILÎ HÊZÊN GIRÊDAYÎ PKK’Ê TI KESÎ XWE NEDA BER ŞERÊ LI DIJÎ DAIŞ’Ê

Di berdewamiya axaftina xwe de Jeffrey li rastiyekê mukir hat û wiha got:

Sala 2014’an koalîsyona li dijî DAIŞ’ê ya ku ji 80 welatan pêk dihat, bê çare bû. Ji ber vê neçar ma destekê bide YPG’ê. Wê demê ji bilî YPG’ê ti hêzê şerê DAIŞ’ê nedikir.

Tirkiyê rewşa pêşketina YPG’ê weke hewldana avakirina dewletekê didît. Me gelek hewlda ku ti niyeteke wiha tine ye, lê me nekarî wan qani bikin.

Heta me projeya herêma tampon ji bo wan amade kir. Lê ev jî nebû çareserî û dawiyê Amerîka ji gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûrî derket û paşê Tirkiyê ket wan deveran.

Em dizanin ku QSD’ê ji Sûrî êrişî Tirkiye nekir. Ji xwe ez bawer nakim ku QSD’ê ji bo Tirkiyê bibe hêza gefxwarinê.

JAMES JEFFRY JI DW RE AXIVÎ
DI ŞERÊ LI DIJÎ PKK’Ê DE, HERÎ ZÊDE AMERÎKA DESTEK DA TIRKIYÊ

Li ser pirsa gelo bi rastî Amerîka destekê dide PKK’ê, Jeffry wiha got:

Di şerê li dijî PKK’ê de, desteka herî mezin Amerîka daye Tirkiyê. Ev yek ji aliyê Enqerê ve baş tê zanîn.

Amerîka baş dizan ku PKK’ê 40 salin li hemberî Tirkiyê kariye xwe li ser piyan bigre.

Niha ji bo têkbirina PKK’ê, di navbera Tirkiyê û Iraqê de danûstandin hene. Amerîka ji her alî ve destekê dide van hewldanan.

Di mijara operasyona li dijî Şengalê, lazime em li bendê bin. Ne hêsan e. Ew der ji sînorê Tirkiyê dûr e û pirsgirêkên lojîstîkî hene.

JAMES JEFFRY JI DW RE AXIVÎ
DI SERDEMA BIDEN DE WÊ PÊWENDIYÊN BI TIRKIYÊ RE BAŞ NEBIN

Herî dawî li ser mijara gelo wê rewşa pêwendiyên Enqere û Waşîngton dema Biden çawa be, Jeffry ev nirxandin kir:

Ez ne di wê baweriyê de me ku pêwendî ber bi başbûnê ve biçin. Tirkiyê di serdema Trump de gelek fersend wenda kirin.

Yanî mîrasa ku Biden ji dema Trump wergirtî, tije alozî û pirsgirêk in.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv