Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

James Jeffrey û piştgiriya wî ya ji bo dagirkeriya dewleta Tirk polîtikayên li dijî Kurdan 08.11.2020

 

JAMES JEFFREY ÎSTÎFA KIR LÊ!
XWEST KU YÊ BÊ ŞÛNA WÎ POLÎTÎKAYÊN DIJBERIYA KURD BERDEWAM BIKE

Nûnerê Taybet yê DYE’yê yê ji bo Sûriyeyê James Jeffrey ji roja dest bi wezîfeyê kir û pê ve bi Tirkiyê re ket nava têkilî û bazariya li dijî destketiyên Kurdan.

Jeffrey di Tebaxa 2018’an de ji aliyê serokê Ameriki Donald Trûmp ve hatibû wezîfedar kirin.

Jeffrey bi Tirkiyê re tekiliyên şexsî bi pêşxist û bi bazarî û gotinên xwe yên li dijî Kurdan hat rojevê.

Bi xebat û daxuyaniyên xwe mina nûnerek dewleta tirk yê li herêmê tevdigeriya. Ji bo hevkariya dewleta Tirk ya bi DAÎŞ’ê re veşêre xebat kir.

Jeffrey endamekî berê yê istixbarata Amerîkî CIA’yê bû, sala 1999’an di dema komploya navneteweyî ya dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de weke Şefê Mîsyona DYE’yê li Tirkiyê wezîfedar bû.

Di navbera salên 2008 û 2010’an de Jeffrey li Tikriyê weke Sefîrê Bilind ê Amerikayê kar kir, piştre jî wezîfeya xwe ya sefîrtiya bilind heta sala 2012’an li Bexdayê dewam kir.

Jeffrey piştî sala 2012’an demekê ji holê winda bû. Dema Donald Trump bû serokê DYE’yê, ew ji nû ve xuya bû û weke nûnerê taybet yê Sûriyê hat wezîfedar kirin.

Jeffrey gelek caran çû serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, lê di her carê de pêşî yan jî piştre diçû Enqere û Hewlêrê. Di nava projeyên dijberiya Kurdan de bû.

Tekiliya wê ya bi rayedarên dewleta Tirk û nûnerên komên çete yên li Sûriyeyê re gelek dostane bû.

Di êrişên dagirkeriyê de yên li ser Girê Spî û Serêkaniyê, rola wê ya hevkariya bi Tirkiyê re di hişê Kurdan de cih girt.

Di dema wezîfeya xwe de, gelek caran hewl da Hêzên Sûriyeya Demokratîk perçe bike, komên çekdar bikişîne nava çeteyên Tirk.

Di Adara 2017’an de dema ku operasyona Reqayê dewam dikir, Jeffrey ji rojnameyeke Tirk re axivî û pêşniyar kir ku QSD weke Kurd û Ereb parçe bibe û Ereb jî tevî çeteyên dewleta Tirk Reqayê bi dest bixin.

Jeffrey gelek caran argumanên dewleta Tirk ên mîna: “Kurd li sînorê me yê başûr dewletê ava dikin” dubare kir.

Jeffrey berê ku istifa bike jî di hevpeyvîneke xwe ya beriya çend rojan de li pey parastina berjewendiyên tirkiyê bû û gotibû;: “Di hilbijartinê de kîjan namzet biserkeve jî ewê polîtîkaya heyî ya DYE’yê ya li ser Sûriyeyê bidomîne.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv