Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Jeffery Miley: Confederalizima Demokratîk tenê riya careseriya pirsgirêkên cîhanê ye

 

AKADEMÎSYENÊ BRÎTANÎ JEFF MILEY: PKK LI HEMBER KRÎZA KAPÎTALÎZMÊ XWEDÎ ALTERNATÎF E

Bila nivîsên reş li ser ekranê hebin!!!

Însîyatîfa Piştgiriya Skoçî ya bi Kurdistanê re ev cara heftane li ser mijarên bi têkoşîna kurd re eleqeder bernameyên zoomê li dar dixe.

Mijara vê hefteyê Projeya Konfederal a Demokratîk û Guherîna Tevgera Kurd a li Tirkiyeyê bû.

Thomas Cef Mayley ku li zanîngeha Cambridgê akademîsyen e, tevlî bernameyê bû û bi dirêjahî dîtinên xwe bi beşdaran re parve kirin.

Mayley di heman demê de li ser mijarê, pirtûka bi navê Azadiya Te û Azadiya Min: Abdulah Ocalan û li Tirkiyeya Erdogan Problema Kurd, nivîsiye.

Di vê pirtûkê de, ligel dîtinên nivîskar ên di derbarê guherîna PKK’ê de, hewldanên delegasyona aştiyê ya navneteweyî ya ji bo çûyina girtîgeha Îmraliyê jî bi berfirehî cî digirin.

Mayley di axaftina xwe de got, PKK ji tevgereke Marksîst û rizgariya neteweyî xwe veguharindiye tevgereke demokrasiya radîkal ku li ser konfederalîzma demokratîk bilind dibe.

Akademîsyenê brîtanî li ser krîza kapîtalîzmê sekinî û got, li cîhanê ekolojî hildiweşe, her ku diçe zêdetir xwîn dirijê û rêvebiriyên otorîter li gelek welatan tên ser kar.

Mayley paradîgmaya PKK’ê wekî çareyeke ji bo krîza heyî ya li cîhanê nîşan da û axaftina xwe wiha dom kir:

PKK li gel aktoriya xwe ya siyasî ya li Rojhilata Navîn, di heman demê de ji bo van polîtîkayên siyasî, civakî û aborî ku cîhanê hildiweşînin, xwedî alternatîfek e.

Li ser pirsên beşdaran ên di derbarê xerabûna pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê, Mayley wiha axivî:

Dewleta tirk ku projeya konfederalîzmê ya tevgera kurd ji xwe re wekî tehdîteke mezin dihesibîne, ew bi xwe bû sebaba esasî ya hilweşîna pêvajoyê. Ev mijar ji bo dewleta tirk mijarek manûnemanê ye.

Mayley got, heta ku dewleta kûr li Tirkiyeyê li ser kar be wê destpêkeke nû ya ji bo aştî û demokratîkbûnê mimkûn nebe.

Cef Mayley di vê mijarê de gotinên xwe wiha bidawî kirin:

Eger li Tirkiyeyê derfeta demokrasiyê tune be, derfeta aştiyê jî wê tune be. Kengê derfetek ji bo demokratîkbûna welêt derkeve holê, hingê îhtimala aştiyê jî wê xurt bibe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv