Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
DîrokJinNûçeyên Dawî

Ji 12 Êlûnê hata AKP heman sûcî li hemberî jinan hatine kirin

 

Yek ji serdemên herî tarî li Tirkiyê darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê 1980’an tê zan.

Li gorî daneyên fermî hatin eşkerekirin, milyonek û 683 kes hatine fîşkirin.

650 kes hatin binçavkirin, 14 girtî di rojiya mirinê de şehîd bûn, 171 kes jî di encama darizandin û îşkenceyê de jiyana xwe ji dest didin.

Di wê demê 49 kes bi biryara dadgehan hatin darvekirin.

Lê belê tê gotin ku hejmara kesên hatin qetil kirin ji hejmara daneyên fermî gelekî zêdetir e.

Em binêrin ji wê demê heya niha çi li Tirkiyê hatiye guhertin.

JI DARBEYA 12’Ê ÎLONÊ BER BI DARBEYA AKP’Ê VE LI HEMBERÎ JINAN HEMAN SÛC HATIN KIRIN

Sibe salvegera darbeya faşîst a 12ê Îlonê ye ku ji bo gelên li bakurê kurdistan û tirkiyê weke kabûsê bû.

Destkeftiyên demokratîk ên gelan hatin xespkirin.

Herî kêm 650 hezar kes hatin binçavkirin.

Sedan kes hatin qetilkirin.

Dadgehên cuntaya faşîst cezayên herî giran li şoreşgeran birîn.

CIHÊ BÊ NIVÎS BIDIN
Zindan bûn navendên îşkencekirinê.

Jin di hedefa êrişên darbekaran de bûn.

Dema destpêkê te ji derî digrin êrişî zayenda te dikin.
Dujîn ya herî sivik bû.

Em li qadeke ku bi ti awayî mahremiyeta te tine bû dijîn.

Mînak; di bin navê ewlehiyê de esker rêz dibûn û li jinên li hewşa bêhn standinê dinerîn.

Hevgirtina li qawişa jinan gelek bi hêz bû.

Sekna rêxistinî gelek xûrt bû.

Jinên li girtîgehê gelek xûrt û bi hêz bûn.

Sibe 40. salvegera darbeya faşîst a 12ê Îlonê ye.

Kevneşopiya dewletê darbê, desthilatdariya AKPê jî bê navber domand.

Bi soza wê hesab ji darbekarên 12ê îlonê bixwaze, di hilbijartinan de dengê gel girtin.

Lê piştî hilbijartina 7ê Hezîrana 2015an bi dehan darbe pêk anî.

Partiya HDPê ku bû hêviya gelan û rêjeyeke bilind a dengan wergirt, dîktatorê faşîst Erdogan encamên hilbijartina 7ê Hezîranê nasnekir,

Û dîsa hilbijartin pêk anî.

Qaşo darbeya 15ê Tîrmehê kir hincet û rewşa awarte îlan kir.

Bi KHKyên derxistin hemû sazî, televîzyon û ajansên jinan girtin.

Û êrişeke mezin a tenê hiştin û ne-rêxistinkirinê da destpêkirin.

Bi darbeya qeyûman re şaredariyên gel desteser kir.

destkeftiya herî mezin a jinan pergala hevserokatiyê hewlda ji holê rake.

Gelek hevjaredrên jin avêtin zindanan.

Saziyên û dezgehên jinan ku şaredariyên HDPê avakiribûn girtin.

Saziyên jinan ku girtin veguherandin, navendên zewicandinê.

Hevseroka giştî ya HDPê Fîgen Yuksekdag, Hevseroka BDPê Sabahat Tuncel û şaredara bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak jî di nav de bi sedan siyasetmedarên jin avêtin zindanan.

Îşkenceya li qereqol û zindanan êdî bire nava malan.

Herî dawî aktivîsta TJA Rojbin Çetin li mala xwe bi kuçikan îşkence lêkirin.

Faşîst Erdogan, sala 2012an polîsê ku navê wî bi îşkence û tecawizê tê nasîn Sedat Selîm ji kir alîkarê midûriyeta polîsan a Stenbolê.

Piştî vê li navendên polîsan îşkenceya zayendî zêde bû.

Hovîtiya li cenazeyê Gerîla Ekîn Wan hate kirin, îşkencekirina bedenên jinên hatin kuşti, û fotravên wan ê tazî li ser medya dijîtal parvekirin,

Ev pêk anîn, di dema desthilatdariya AKPê de êdî ji rêzê bûn.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv