Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
GiştîSîyasî

Daxuyaniya fermandariya Giştî ya QSD’ê derbarê şerên dawî

Berpirsê Têkiliyên Giştî yê QSD`ê Rêdûr Xelîl têkildarî êrîşên qirkirinê yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, civîneke çapemenî lidar xist.

Rêdûr Xelîl got: “

 

Bi navê Fermandariya Hêzên Sûriyeyê Demokratîk em sersaxî ji gelê xwe yê hêja re û malbatên şehîdên sivîl û leşker re dixwazin û hêviya başbûnê ji birîndaran re dixwazin.

 

Mixabin siyastmedar Sekertêra Giştî ya Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê di encama kemîneke xedar de li ser rêya navneteweyî ya di navbera Til Temir-Heleb ku bi rêya M4 tê naskirin, şehîd bû. Ev yek jî diyar dike ku armanca dagirkeriya Tirk cûdahî naxe navbera leşker, sivîl û siyasetmedaran. Em sersaxiyê ji gelê xwe re, ji malbata wê re û hevalên wê re dixwazin.

 

Me berê ji bo pêşketinên leşkerî û meydanî di şerê li dijî terorên Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê de, agahî bi we re parve dikir, lê vê carê cûda ye, ji ber ku em li hemberî dagirkeriya Tirk in, mixabin me nedixwest ev yek pêk were.

Me bi hemû hêz û îrade li hemberî terora DAIŞ`ê şer kir û nirxên mirovahî yên hevbeş parastin û cîhan tevanî parast, bedêl vê yekê 11 hezar şehîd û zêdetir 22 birîndar bûn.

 

Îro yên li li dijî dagirkeriya Tirk parastinê dikin û li pêşiya çavên cîhanê şehîd dibin, ew bi xwe ne ku paytexta xîlafetê li Reqayê rizgar kir, ew in ew lehengên ku DAIŞ`ê di Baxozê de û hemû cihên di bin serweriya terora reş şikandin.

 

Di salên derbasbûyî de, bi rêya fedekariyan ku gelê me daye, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû herêmên herî bi ewle li Sûriyeyê. Tu rojekê me tu gef li ser Tirkiyê çênekir û guleyek jî neavêt aliyê wê.

 

 

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, me bi sed hezaran ji penaberên Sûriyeyê ji hemû herêmên cûda pêşwaz kir wekî penaberên Iraqê yên Êzidî ji Şengal, Mûsil û Enbarê. Me xwarina xwe da wan û wekî Tirkiyê me ew nekirin keyspazî û li ser wan bazirganî nekir.

 

Tevî rewşên şer, em heta niha parastina wan dikin tevî deh hezarên DAIŞ û malbatên wan ku ew bi xwe bombyeke ku wê di kijan demê de biteqe ne diyar û ev yek jî wê gefeke mezin li ser ewlehiya cîhanê çêbike.

 

Duh dewleta Tirk zindaneke ku terorîst tê de bûn li Qamişlo, topbaran kir, da ku derfet ji wan re çêbibe û birevin. Dewleta Tirk bi rêya teqîneke erebeyeke li pêşiya zindaneke li Hesekê û ya duyemîn jî li bajarê Qamişlo destekê dide DAIŞ`ê, tevî vê yekê jî cîhanê vê yekê û dojeha ku were paşguh dike.

 

Di salên şer li dijî DAIŞ`ê de, li rex me gelek hevkar hebûn, em bi wan re yekbûn û sadiq bûn, ev yek jî çavkaniya xwe ji çand û kevneşopiya me ya resen digire ku exlaqê me feriz dike.

 

Me hemû hevpeyman, lihevkirin û erkên xwe bê dudilî pêk anî. Hevkarên me jî piştî ku me xendeq û mewziyên xwe rûxandin û qaşo ji ber metirsiyên Tirkiyê me rakirin, garantî dan ku ew ê parastina me bikin, lê hevkarên me û bê ku agahî bidin, bi biryarên zalim dev ji me berdan û hêzên xwe ji sînorê Tirkiyeyê vekişandin. Ev gav mixabiniyeke mezin e û wekî derbeya li piştê ye.

 

 

Helwestên siyasî û şermezarkerê êrîşa Tirkiyê li ser gelê me yê aştîxwaz û projeyên ferzkirina cezayên aborî li ser Tirkiyê komkujiyan der heqê sivîlan de ranawestînin. Dibe ku bandora wê li ser asta dûr hebe lê li ser asta bi lez û nêz bê sûd e, ya niha feyde li me dike biryara rawestandina vê êrîşa hovane pêwîst dike.

 

 

Di heman demê de em hestên dirust û helwestên siyasî û manewî yên dostan ji dewletan û hikumetan yan jî kesayet û dostan teqdîr dikin. Em helwesta El-Camiya El-Erebiye, Siûdî Arabistan, komara Misrê, Îmaratê û tevahiya dewletên endamên El-Camiya spas dikin. Ev destnîşan dike ku ev dewlet girîngî didin biratiya gelan û asta girêdana gelan ên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

 

 

Ji 4 salan ve şervanên me Hêzên Koalîsyonê diparêzin û li rex hev jî kar dikin. Lê niha ew şervan ji hêla balafirên artêşa Tirk li ber çavên koalîsyonê têne hedefgirtin û têne şehîdxistin.

 

 

Êrîşa Tirkiyê êdî ne vejandina DAIŞ`ê tehdîd dike, lê belê ew vejand û şaneyên wê li Qamişlo, Hesekê û herêmên din çalak bûne. Em heta niha bi koalîsyon re di şerê DAIŞ`ê de hevkar in. Em li ser du eniyan şer dikin; eniya êrîşa Tirkiyê û eniya DAIŞ`ê.

 

Em bang li hevalbendên xwe dikin ku bi erkên xwe rabin, vegerin û berpirsyariyên xwe yên exlaqî û sozên ku dane bînin cih. Em ji wan naxwazin leşkerên xwe bişînin eniyên şer lê em dixwazin firîna balafirên Tirkiyê qedexe bikin. Ev tişt dikarin bi hêsanî bikin.

 

 

Êrîşkera Tirk komkujiyan der heqê sivîlan de pêk tîne da ku bandor li moralên şervanan bike. Ev komkujî ne tenê der heqê gelê me li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lê belê sivîl li bajarên sînorî di hundirên Tirkiyê de jî pêk tên û Tirkiyê me tewanbar dike. Ev kirinek sûcî ji mantiqê dûr e û em hemû dizanin ku sivîlên li ser her du aliyên sînor ji Kurd, Ereb û Suryan xizmên hev du ne. Çawa dibe ku em gel û xizmên xwe bikujin.

 

Ji bo gelê me yê berxwedêr:

 

Em spasiya berxwedana we ya leheng dikin. Em di wê baweriyê de ne ku bê guman hûnê heya dawiyê piştgiriya şervanên xwe bikin. Em temenê azadiyê didin û koletiya li ser me tê ferzkirin bi çek û agir red dikin. Ji bo parastina jiyana bi rûmet em ê parastina xwe ya pîroz bidomînin. Em we teşwîqî girêdanê û yekrêziya refê di navbera Kurd, Ereb, Suryan û Aşûr dikin.

 

Dibe ku dewleta Tirk dema destpêkirina şer diyar kir be, lê tişta ku nizane ew e ku eger bi vê hovîtiyê berdewam kir, nikare dema bi dawîbûna wê û çawa bi dawî bibe diyar bike

 

AGAHIYÊN LI QADÊ

 

Ji destpêka êrîşa Tirkiyê ve di 9`ê Cotmehê de ji saet 4:00`an berêvarê ve topbarana balafirên şer û topavêjan li ser piraniya bajar û gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji berava çemê Dîcle li rojhilat û heta çemê Firatê li rojava Dêrik, Tirbespiyê, Girkê Legê, Qamişlo, Amûde, Dirbesiyê, Serêkaniyê, Girê Spî, Kobanê û Eyn Îsayê ranawestin.

 

ENCAM

 

Di encama topbarana hovana ya Tirkiyê zêdetirî 100 hezar sivîl wek serjimariya destpêkê koçber bûn. Ew beyî alîkariyên navdewletî di rewşek tirajedîk de ne û li ser erdê dimînin. Zêdetirî 200 qurbaniyên sivîl şehîd û birîndar hene di nav de jin, zarok û temenmezin.

 

Hewldanên bejahî yên dewleta Tirk a dagirker û komên wê yên sûcdar ji Sûriyeyên qaşo bi navê Artêşa Watanî ya Sûriyeyê ji bo ku derbasî herêmê bibin berdewam in bi taybet li Serêkaniyê û Girê Spî. Li eniyan şervan berxwedanek destanî nîşan didin û bi lehengî li ber xwe didin tevî ku cudahiyek mezin ji aliyê hêzê di navbera her duyan de heye.

 

Piştî şerên destanî heta niha 45 şervanên hêzên me yên leşkerî şehîd bûne. Şerên dijwar hîna berdewam in.”

Ev jî hatin dîtin

Nûçeyên Şevê

Stêrk Tv

7.00 Sterka Sibe 26.01.2022

Stêrk Tv

Rêber Apo: Divê PKK ji niha û şûnde rola xwe bi serkeftî pêk bîne

Stêrk Tv

Li ser medyaya dîjîtal wê kampanyaya ‘Azadî ji bo Abdullah Ocalan’ dest pê bike

Stêrk Tv

لە هۆڵەندا ئاهەنگی کلتوری و هونەری کوردی ناونەتەوەیی بەڕێوەچوو

Stêrk Tv

18:45 Cenga Xabûr – Bager Başkale 22.09.2021

Stêrk Tv