ÊRIŞÊN DAGIRKERIYA TIRK
XELKÊ BALEKAYETÎ GILIYÊ DEWLETA TIRK KIR
22’yê Çileyê balafirên şer ên dagirkeriya Tirk bombe li gundê Azadî yê bi ser Çomana Hewlêrê ve barandibûn.
Di encama bombebaranê de li gel zirara li xaniyan, 370 sewalên malbatekê telef bûbûn.
Xwediyê sewalan Mehmûd Hisên li dadgeha Çomanê giliyê dewleta Tirk a dagirker kir.
ÊRIŞÊN DAGIRKERIYA TIRK
“ARMANCA DEWLETA TIRK QIRKIRINA GELÊ KURD E”
Serdana parlementerên herêma Kurdistanê ji bo gundê Azadî yê bûyî hedefa êrişa dagirkeriya Tirk jî didome.
Herî dawî parlementerên YNK’ê Luqman Werdî û Zikrî Zêbarî serdana gund kirin.
Luqman Werdî xwest hukûmeta herêmê û hukûmeta Iraqê sînorekî li pêşiya destdirêjiyên dewleta Tirk deynin.
Zikrî Zêbarî jî destnîşan kir, ku armanca dewleta TIrk ne PKK ye, bi van êrişan qirkirina gelê Kurd e.