Ji ber wefata siyasetvanê Kurd Necmedîn Kerîm, Komîteya Pêwendiyan a KCK’ê peyama sersaxiyê weşand.
Komîtê bi bîr xist ku Necmedîn Kerîm heta kêliya dawî ya jiyana xwe, ji bo parastina destketiyên gelê Kurd têkoşiya.
WEFATA NECMEDÎN KERÎM
KCK: KERÎM TEMENÊ XWE JI BO PARASTINA DESTKETIYÊN GELÊ KURD BEXŞ KIR
Komîteya Pêwendiyên Derve ya KCK’ê, ji ber wefata siyasetmedarê Kurd Dr. Necmettîn Kerîm daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de wiha tê gotin:
Wefata Siyasetmedar û welatparêzê Kurd Dr. Necmettîn Kerîm, li cem tevgera me bû cihê xemgîniyê.
Dr. Necmettîn Kerîm di nava têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de di dîplomasî û yekîtiya neteweyî de xwedî ked bû.
Ji bo doza Kurd bê naskirin, bi salan li derveyî welat karên siyasî, akademîk, civakî û çandî meşand.
Di vê têkoşîna xwe de timî bi me re jî di nava têkiliyê de bû û pêşengî ji gelek karên hevpar re kir. Dostekî hêja bû ku heta kêliya dawî ya emrê xwe hewl dida dostên gelê me zêde bike û destketiyên gelê me yê li par parçeyan werin parastin.
Karên rêzdar Kerîm ên ji bo afirandina yekîtiya neteweyî ya Kurd û rizgarkirina Kurdistanê ji dagirkeriyê, di heman demê de armancên têkoşîna me ne ku em ê xwedî lê derkevin.