Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ji bo 3 zarokên hatibûn îşkencekirin 26 sal ceza hat xwestin 21.11.2020

Derbarê 3 zarokên temenê wan di navbera 14 û 17 salî, yên li Wanê hatin binçavkirin û li qereqolê îşkenceyek giran li wan hatibû kirin de, doz hat vekirin û ji bo wan 26 sal cezayê girtîgehê hat xwestin. Di lêpirsîna derbarê polîsên îşkencekar de jî hîna tu pêşketin tuneye.

3 zarokên bi navê O.S. (14), Ş.Y. (16) û O.D. (17) yên di 15’ê Sibata 2019’an de li Taxa Hacibekir a girêdayî navçeya Rêya Armûşê ya Wanê hatibûn binçavkirin, li qereqolê îşkenceyek giran li wan hatibû kirin. Ev bûyera îşkenceyê çawan ku ji raya giştî re hat aşkerekirin, rastî gelek bertekan hatibû. Parêzerên Baroya Wanê tavilê ketibûn nava tevgerê û derbarê polîsên îşkencekar de gilî kiribûn. Dozger li ser vê yekê dest bi lêpirsînê kiribû.
MIDURIYETA POLÎSAN: TEM ELEQEDARE
Di nava demê de, 5 dozgerên di dosyeya lêpirsînê de hatin guhertin, lê heya roja îro tu pêşketin çênebû. Herî dawî di 21’ê Gulanê de, dozger ji Miduriyeta Polîsan a Rêya Armûşê re nivîsek şand û lîsteya polîsên wê roja bûyerê erkdar bûn xwest. Miduriyetê di 18’ê Hezîranê de bersiv da dozger û îdîa kir ku Şaxa TEM’ê bi vê mijarê re eleqedare.
Di heman demê de, hat hînbûn ku hîna jî dîmenên kamerayan ên wê rojê di dosyeya lêpirsînê de nehatine bi cih kirin.
HEYA 26 SAL CEZA GIRTÎGEHÊ DIXWAZIN
Li aliyê din derbarê 3 zarokên ji aliyê polîsan ve hatibûn îşkencekirin de bi sûcdariyên “Madeyên bi talûke ligel xwe girtin”, “Li dijî polîsan li ber xwe dayîn”, “Heqaret kirin”, “Endamtiya rêxistinê”, “Propagandeya rêxistinê kirin” û “Ewlehiya trafîkê kirina xeteriyê” îdîanema hat amadkirin. Di îdîanemyê de, ji bo 3 zarokan ji 10 salan heya 26 salan cezayê girtîgehê tê xwestin.
Îdîanameya 3 rûpelî, ji aliyê 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê ve hat qbûlkirin. Di rûpela yekemîn a îdîanameyê de, pênaseya PKK û KCK’ê hatiye kirin. Di dewamê de jî sûcên li zarokan hatine barkirin cih digire.
Danişîna yekemîn a doza 3 zarokan, bi vî awayî wê di 25’ê sibata 2021’an de bê dîtin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv