Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ji bo aştiya navxweyi û parastina destkeftiyan wê lijneyek were avakirin 22.11.2020

 

ŞÊWRA PÊŞXISTINA DIYALOGA NAVXWEYÎ
JI BO AŞTIYA NAVXWEYÎ Û PARASTINA DESTKEFTIYAN WÊ LIJNEYEK WERE AVAKIRIN

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK li dijî şerekî gengaz ê navxweyî yê ji ber siyaseta şerxwaz ya PDK’ê, ev demeke di nava hewldanan de ye.

Di vê çarçoveyê de, ji bo pêkanîna diyalog û aştiyê Şêwira Pêkanîna Diyaloga Neteweyî di navbera KNK’ê û Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê birêya online pêk hat.

Gelek siyasetmedar, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî yên Kurdistanê, rojnameger û rewşenbîr ji bo guftugoya herêm û Kurdistanê nêrînên xwe anîn ziman.

Bi giştî 300 kesayet tevlî bûn.

Di encama konferansê de ji bo aştiya navxweyî û parastina destkeftiyan rêze biryar hatin girtin.

Ji bo pêkanîna biryaran jî wê lijneyek were avakirin.

ŞÊWRA PÊŞXISTINA DIYALOGA NAVXWEYÎ
ŞERÊ NAVXWEYÎ XETA SOR E Û KONFERANS RED DIKE

Di dawiya şêwrê de ev pêşniyar û biryar hatin dayîn;

Destkeftiyên Kurdistanê destkeftiyên neteweyî ne û divê werin parastin.

Şerê navxweyî xeta sor e û konferans red dike.

Her pirsgirêkek navxweyî metirsiyek mezin çêdike û şerê navxweyî di berjewendiyê ti aliyekê de nîne.

Divê pirsgirêk bi riya diyalogê were çareserkirin.

Konferans piştgiriyê dide her hewldanek ji bo aştiyê.

Daxwazê ji hêz û aliyên siyasî dike ku piştgiriya hewldanên ji bo aştiyê bike.

Konferans daxwazê j aliyê siyasî dike ku nêzî hev bibin û yekîtiya neteweyî pêk bînin.

Daxwazê ji aliya dikin ku şerê ragihandinê bi dawî bikin.

Daxwazê ji aliyan dike ku peymanek şerefê ji bo parastina destkeftinên neteweyî pêk bînin.

Biryare ku pişt re encamnameya konferansê ji raya giştî re were eşkere kirin û bi rêya lîjneyekê ji bo pêkanîna biryarên hatine dayîn hewldan were kirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv