Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ji bo azadiya Rêber Apo û silavkirina pêngava KCK`ê ya `Dem Dema Azadiyê ye` li pêşiya meclîsa federal a Almanyayê civîna çapemeniyê pêk hat 29.09.2020

 

PÊNGAVA LI DIJÎ FAŞÎZM, DAGIRKERÎ Û TECRÎDÊ BERFIREH DIBE
LI PÊŞIYA MECLISA FEDERAL A ALMANYAYÊ CIVÎNA ÇAPEMENIYÊ PÊK HAT

Îro li pêşiya meclisa Federal a Almanyayê çalakiyek ji bo azadiya Rêber Apo pêk hat.

Ev çalakî di heman demê de silavkirina pêngava KCK’ê ya dem dema azadiyê bû.

Nûnerên rêxistinên Kurd, Tirk, Alman û gelek kesên din beşdarî çalakiyê bûn.

Nûnerên sendîka, rojnamevan, akademîsyen û siyasetmedarên Ewrûpî jî peyamên xwe pêşkêş kirin.

Di peyaman de hat gotin heta Ocalan azad nebe, ne mumkune aştî were rojhilata navîn.

Ji bo ku piştgirî bidin pêngava KCK’ê ya dem dema azadiyê ye li paytexta Almanya Berlînê çalakî pêk hat.

Çalakger li pêşiya meclisa Federal hatin cem hev û daxuyanî dan.

Nûnerên rêxistinên Kurd, Tirk, Alman û gelek kesên din beşdarî çalakiyê bûn.

Destpêkê li ser armanca kampanya azadiya Ocalan sînevîzyonek hat nîşandan.

Hevserokê KCDK-Ewrûpayê Yuksel Koç axaftinek kir û got ewê ji bo serketina pêngava azadiyê bixebitin.

Li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewrûpayê Zozan Serhat jî axivî.

Nûnerên HDP, KNK, KON-MED, Kovara Komun, Partiya Komunîst a Kurdistanê, Partiya Kesk a Almanya, Partiya Çep a Almanya û Civaka Îslamî ya Kurdistanê jî di çalakiyê de axivîn.

Hevseroka Kampanya azadiya Ocalan Sîmon Dubbins ji îngilistanê peyamek bi dîmen şand û got dem hatiye ku Ocalan azad bibe.

Ji Îtalyayê parêzerê Ocalan Artûra Salernî, parlementerê berê yê Îtalyayê Ramon Mantovanî jî peyamên xwe şandin.

Salernî û Mantovanî diyar kirin ku Ocalan mirovekî aştiyê ye û divê li derve be.

Ji Îspanya, Danîmarka, Efrîqa, Norveç, Awûstûralya û Kanadayê jî peyamên rojnamevan, siyasetmedar û akademîsyenên navdar hebûn.

Di peyaman de hat gotin ku heta Ocalan azad nebe ne mumkune aştî were rojhilata Navîn.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv