Bi wesîleya yekemîn salvegera şehadeta Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb, Helmet li Silêmaniyê pêşangehek hat vekirin.
Gelek kes çûn serdana pêşengehê, Diyar Xerîb bi bîr anîn û li dijî dagirkeriya Tirk banga berpirsyariyê kirin.
Pêşangeh li Baxê Giştî destpê kir.
Dayika Şehîd Diyar Xerîb Dayê Sadiye û bi dehan hunermend û welatiyên bajarê Silêmaniyê beşdar bûn.
Endama Rêveberiya Çand û Huner a Başûrê Kurdistanê Rûbar Ehmed berî destpêkirina pêşangehê axivî.
Rûbar Ehmed diyar kir ku pêşangeh ji 22 berhemên 20 hunermendên ji Hewlêr, Kerkûk, Germiyan, Helebce, Koyê, Mexmûr û dîsa Ewropayê pêk tê û hemû jî wêneyên Şehîd Diyar Xerîb bin.
Herî dawî Rûbar Ehmed got; me xwest bivê pêşangehê diyar bikin ku ewê li ser xeta şehîd Diyar Xerîb bimeşin û tim bibîr bînin.
Piştî axaftinan Dayika Şehîd Xerîb Dayê Sediye Nazim kurdeleya pêşangehê birî û pêşangeh bi dirûşmeyên dilsoziya bi Şehîd Diyar Xerîb û şehîdên şoreşê hate vekirin.
Pêşangah wê du rojan dewam bike.