Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
CîhanNûçeyên Dawî

Ji çapameniya Erebî çend manşet

 

Ka em berê xwe bidin çapemeniya Erebî..

Îro cih daye kîjan mijaran ?

El-Erebiyê derbarê hewildanên çareseriya aloziya Lîbyayê de bi vê manşetê cih daye axaftinên wezîrê karê derve yê Misrê Samih Şûkrî

Ji bo pêkanîna agirbestê, em bi hemû aliyan re di nava têkiliyan de ne.

Şukrî diyar kir ku ji bo pêkanîna agirbestê, hewildanên wan dewam dikin. Herweha ji bo pêkanîna aranî û aştiya li Lîbyayê tişta ji destê wan tê dikin.

Berdevkê fermî yê wezareta karê derve ya Misrê Ehmed Hafiz jî eşkerekir ku Misir bi ti awayî wê rê nede destwerdanên derve yên tevlihevkirina aloziya Lîbyayê.

Eşerq El-Ewset jî derbarê aloziya avakirina hikumeta Libnanê de cih daye van gotinên serokê Fransayê Makron:

Hizbullah naxwaze çareserî pêk were.. Ez ji siyasetmedsrên Libnanê şerm dikim..

Makron bi daxuyaniyekê eşkere kir ku ewê dest ji Înîsyatîva xwe ya ji bo êçareserkirina aloziya Libnanê bernede û weha dewam kir:

Tevî ku ez ji siyasetmedarên Libnanê şerm dikim jî, lê ji bo rizgarkirina Libnanê, ezê fişaên xwe li ser wan dewam bikim.

Makron diyar kir ku ji bo avakirina hikumeta nû, wî muhleta 4 heta 6 Heftiyan daye hêzên siyasî yên Libnanê.

El-Hura jî di nûçeyeke xwe de bal kişandiye ser tevlîbûna çeteyên Erdogan ên ji Sûriyê, di şerê di navbera Ermênya û Azerbêcanê de.

Nûçe bi vê manşetê hatiye belavkirin:

Ermênya, hejmara çeteyên ku hatine kuştin eşkerekir.

Hikumeta Ermênyayê di malpera xwe ya fermî de diyar kir ku dewleta Tirk 4 hezar çeteyên ji Sûriyê şandine Ezerbêcanê, Herweha eşkerekir ku di şerê Nagornî Karabaxê de, 81 çete hatine kuştin û birîndar bûne..

Di vê navberê de wezareta karê derve ya Amerîkayê derbarê alozioya Karabaxê de, daxuyaniyek weşand.

Wezaretê dijwariya di navbera aliyan de şermezarkir û derbarê destwerdanên derve de, hişyarî da.

Îlaf jî derbarê bobelata Lehiyê yan li Sûdanê bi vê manşetê nûçeyek belavkiriye:

JI bo destekdayina malbatên xizan ên Sûdanê, welatên cîhanê derdora 190 milyon Dolar terxankirine.

Ajnasa fermî ya nêçeyan a Sêdanê, eşkerekir ku alîkarî ji aliyê Yekîtiya Ewrupa û Banka Navnetewî ve hatiye amadekirin.

Li gorî nûçeyê, ji sedî 80 welatiyên Sûdanê ango 32 Milyon kes, wê ji vê projeya destekdayina madî, sûdê wergirin.

Bi giştî wê derdora 2 Milyar dolar weke alîkariya rasterast ji bo malbatan were veqetandin..

Sky News jî di nêçeyeke xwe de diyar kir ku sînorê di navbera Urdun û Sûriyê de, wê ji nûve were vekirin.

Beriya mehekê û ji ber sedema Koronayê, Urdun sînorê xwe yê bi Sûriyê re girtibû..

Niha jî biryar hat dayin ku sînor ji nûve were vekirin û çûnûhatina kamyonên bazirganiyê destpêbike.

Berpirsyarê saziya komyonên Urdunê Mihemed El-Dawûd, bi daxuyaniyekê diyar kir ku di encama girtin deriyê sînor de, saziya wan bi milyonan dolar wenda kiriye.

Malpera saziya Sûriyê ya şopandina mafê mirovan jî bi vê manşetê bal kişlandiye ser hovîtiya leşkerên Tirk:

Li girê Sipî, dema ku cwanekî xwest sînor derbas bike, bi guleya leşkerên Tirk jiyana xwe ji dest da.

Li gorî daneyên rêxistinê, ji destpêka aloziya Sûriyê ve, heta niha 453 kesên sivîl bi guleyên leşkerên Tirk li ser sînor hatine kuştin, di nava kuştiyan de, 80 zarok û 44 jin hene.

Ev jî hatin dîtin

13:00 Cîhan

Stêrk Tv

13:00 Cîhan

Stêrk Tv

13:00 Cîhan

Stêrk Tv

13:00 Cîhan

Stêrk Tv

13:00 Cîhan

Stêrk Tv

13:00 Cîhan

Stêrk Tv