Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ji çapemeniya Erebî çend manşet

 

HEVKARIYA DI NAVBERA TIRKIYE, ÎRAN Û QETERÊ DE
BI HEVKARIYA QETERÊ, TIRKIYE ÇALAKVANEKÎ JI EHWAZÊ RADESTÎ ÎRANÊ KIR

Şerq El-Ewsetê derbarê hevkariya di navbera rêjîma Tirkiye, Îran û Qeterê de, bi vê manşetê nûçeyek belavkiriye:

Bi hevkariya Qeterê, Tirkiye çalakvanekî ji Ehwazê, radestî Îranê kir..

‘Tevgera têkoşîna Erebî ya rizgarkirina Ehwazê’ bi daxuyaniyekê ragihand ku serokê wê yê berê Hebîb Esyûd El-Kebî, bi komploya Qeterê, ji aliyê rêjîma Erdogan, radestî Îranê hatiye kirin.

Serokê tevgerê Seîd Himêdan ji Şerq El-Ewsetê re ragihand ku dewleta Qeterê, serokê wan ê berê Hebîb bi komployekê birine Tirkiyê, û piştî çend setan dewleta Tirk ew radestî Îranê kiriye.

SEROKÊ PLATFORMA ÎMAMÊN FRANSAYÊ:
ISLAMA SIYASÎ, KANSERA VÊ NETEWEYÊ YE

Skye Newsê jî bi vê manşetê cih daye axaftina serokê platformaya Îmamên Fransayê Hesen El-Şelxumî:

Islama siyasî, kansera vê netewê ye…

El-Şelxûmî di hevpeyvîneke taybet a bi Skye Newsê re diyar kir ku Islama Siyasî ya ku bû ye weke penceşêrekê di nava cîhana Islamî de, ji aliyê serokê Ixwanan Erdogan ve tê birêvebirin, herweha Kanala El-Cezîrê ya Qeterê bûye dahol û zirneya vê xîtaba bi kîn û nefret.

El-Şelxûmî di berdewamiya axaftina xwe de got ku bi van kiryarên Erdogan û Qeterê, wê rastgirên tûndrew ên Fransayê sûdê wergirin, herweha wê ji her kesî re diyar bikin ku Islam çavkaniya terorê ye.

El-Şelxem di berdewamiya axaftina xwe de got; min ji şêwirmendên Makron pirsî, gelo çima wî derbarê rewşa dawî de ji kanala El-cezîrê re axivîye?

Bersiva wan jî weha bû:

Makron dixwaze bi rêya vê kanalê bi dijminên xwe re biaxive û hin peyaman bide wan.

ŞÊX MIHEMED BIN ZAYID AL NIHEYAN:
XÎTABA BI KÎN Û NEFRETÊ NAYÊ QEBÛL KIRIN

Îlaf jî di nûçeyeke xwe de bal kişandiye ser axaftina bi rêya telefonê ya di navbera cîgirê serokê Îmaratê Şêx Mihemed Bin Zayid Al NIheyan û serokê Fransayê Makron de.

Al Niheyan di axaftina xwe de diyar kir ku xîtaba bi kîn û nefret, rê li pêşiya kiryarên terorê vedike, herweha êrîşên bi vî rengî li dijî ramanên Ola Islamê ne.

REWŞA ÇETEYÊN TIRKIYÊ YÊN LI LÎBYAYÊ
ÇETE ÇEKÊN XWE DAVÊJIN Û BER BI EWRUPAYÊ VE DIÇIN

El-Hura jî di nûçeyeke xwe de bal kişandiye ser rewşa çeteyên dewleta Tirk ên ji Sûriyê ku li Lîbyayê şer dikin.

nûçe bi vê manşetê hatiye belavkirin:

Çeteyên ji Sûriyê, li Lîbyayê çekên xwe avêtin û ber bi Ewrupayê ve reviyan…….. 7 çete di deryayê de xeniqîn.

Çeteyên ku dewleta Tirk ew şandine şerê Lîbyayê, niha dixwazin birevin.

Tevî ku gelek çete karîbûn bi rêya deryaya Sipî xwe bighînin Îtalya û Yunanistanê jî, gelek ji wan di rêwîtiya deryayê de mirin.

ŞERÊ KARABAXÊ Û ÇETEYÊN DEWLETA TIRK
ÇETEYEKÎ JI SÛRIYÊ: JI BO SERJÊKIRINA HER KESEKÎ, 100 DOLAR ZÊDE DIDANE ME

El-Erebiyê jî derbarê şerê Qerebaxê û tevlîbûne çeteyên dewleta Tirk, bi vê manşetê cih daye gotinên çeteyekî ji Sûriyê yê ku di destê Ermeniyan de, dîl hatiye girtin:

Ji bo serjêkirina her kesekî, 100 Dolarê zêde didane me.

Şervanên Ermenî, lixwemikurhatinên çeteyekî ji Sûriyê yê dîlgirtiî di medyaya civakî de belavkirin.

Çeteyê bi navê Yûsif El-Abid El-Hacî bi xwe ji herêma Idlibê ye û bi rêya dewleta Tirk tevlî şerê Qerebaxê bû.

El-Hacî di axaftina xwe de eşkere kir ku ew xwedîgiravê ji bo serjêkirina Kafiran hatiye Qerebax..

Ji bo vê yekê jî dewleta Tirk soz daye wî ku her mehê 2000 Dolar bide wî û weha dewam kir:

Her kesê ku serê mirovekî jê bike, dê 100 Dolarên zêde bistîne. Li herêmê erka min a sereke serjêkirina mirovan bû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv