ÊRIŞÊN DAGIRKERIYA TIRK LI SER ŞÊLADIZÊ
Dagirkeriya dewleta Tirk ev 30 sal in, êrişî Şêladizê dike.
Heta niha 47 welatî şehîd bûne û bi dehan gund ji ber êrişan hatine valakirin.
Dagirkeriya dewleta Tirk piştî êrişên xwe li dijî Başûrê Kurdistanê ji bejahî û hewayî ve zêde kirin, giranî da ser Şêladizê.
Ji ber ku xelkê vir bi welatparêziya xwe radibe û timî bûye xwedî helwest li dijî dewleta Tirk û hevkarên wê, bûye hedefa êrişan.
Behdînan Medya têkildarî encamên êrişên dagirkeriya dewleta Tirk li dijî Şêladizê raporek amade kir.
Li gorî raporê, heta niha 47 welatî di encama êrişên dagirkeriya dewleta Tirk de şehîd bûne.
Êrişa pêşî 23’yê Hezîrana 1990’î û ya dawî jî 19’ê Hezîrana 2020an pêk hat, ku 5 welatparêz şehîd bûbûn.
Welatiyên şehîd bûne herî zêde ji deverên Rêkan û Nêrwe ne.
Her wiha li gorî raporê, heta niha ji ber êrişên dagirkeriya dewleta Tirk 111 gund li devera Rêkan, 26 gund li devera Nêrwe û 7 gund jî li devera Doskî hatine çolkirin an go vala bûne.
Ne di êrişa pêşî de ya 1990’î de ne jî di êrişa dawî ya 19’ê Hezîrana 2020’an de, hukûmeta herêma Kurdistanê û desthilatdariya xwe nebûne xwedî ti helwestê.
Zirar û ziyana maddî ya gundî û şêniyên herêmê jî bê hed û hesab e.