Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ji fermandarên Xakurkê Serhed Denîz Tendurek – Portre 19.01.2021

 

JI FERMANDARÊN XAKURKÊ SERHED DENÎZ TENDUREK
ZAROKÊ SERHILDÊR Ê GILÎDAXÊ, NAVÊ WÊREKÎ Û PARÊZVANÊ HEVRÊTIYÊ

Denîz Demîr…

Bi nasnav Serhed Denîz Tendurek.

1982’yan li navçeya Agirî Dutaxê li malbateke welatparêz ji dayîk bû.

Di zarokatiya xwe bi exlaq û terbiyeke xurt girt.

Di nava manewiyata gel û çanda xwe de mezin bû.

Li Bakurê Kurdistanê di nava xebatên ciwanan de bi kedkariyê rabû.

Bi aqil û hişyariya xwe, bû rêxistinkarê bi sedan ciwanî û mamosteyê wan.

Berê ciwanan da têkoşîna azadiyê.

Di ciwantiya xwe de berpirsiyariyên giran ên şoreşê hilgirtin ser milê xwe.

Heta hineseya xwe ya dawî, bi coş, kelecan û moralekî zêde bi rola xwe ya pêşengiyê rabû.

Di xebatên rêxistinkirinê de şoreşgerekî wêrek û jêhatî bû.

Xwedî qabîliyeteke hêja ya xebatên rêxistinkirinê bû.

Helwesta Kurd û Kurdistanî timî li pêş bû.

Piştî xebatên ciwan, di xebatên çapemeniyê de cihê xwe girt.

Di vê xebatê de jî bi awayekî serketî rabû.

Bi daxwaza xwe ya israr, beşdarî nava kar û xebatên leşkerî bû.

Di demeke kin de bû fermandarekî şareza.

Salên dirêj bi şervanan re eleqedar bû û perwerdeya wan hilgirt ser milên xwe.

Hêrsa xwe ya li dijî dijmin û dagirkeran, bi dilê xwe yê bi qasî Gilîdaxê mezin, veguherand soza tolhildana şehîdan û hêzeke şoreşger.

20’ê Çileya 2019’an li Xakurkê dîsa bi dilsoziya hevrêtiya xwe rabû.

Ji bo hevalên xwe ji êrişa hewayî ya balafirên şer ên dagirkeriya Tirk rizgar bike, xwe feda kir û şehîd bû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv