JI FERMANDARIYA HERÊMA BOTANÊ HIŞYARÎ
“DI BIN NAVÊ MÊŞVANIYÊ DE LI BOTANÊ KAR Û XEBATA KONTRAYÎ TÊ KIRIN”
Fermandariya Herêma Botanê ya HPG’ê têkildarî tevgerên Artêşa tirk yên kontrawarî gel agahdar kir.
Hin komên kontra di bin navê mêşvaniyê de, li heremê digerin, agahiyên berhev dikin didin artêşê.
Fermandariya Herêma Botanê ya HPGê di agahdariyê de bal kişand ser Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Medya Mawa û Rizgar Gever, ku artêşa dewleta Tirk a dagirker jê derbên giran xwarine.
Di agahdariyê de hat gotin, dagirkeriya Tirk a encam ji êrişên xwe yên bi her cûreyê teknîkê negirtî, weke her carê serî li taktîkên şerê qirêj daye.
Di agahdariyê de têkildarî vî şerê qirêj ev agahî cih girtin:
Li herêma Botanê dewleta Tirk kar û xebatên kontrayî zêde kirine.
Di bin navê mêşvaniyê de komên kontra dişîne qadên gerîla, cih û rêbaza tevgera hêzên me dişopîne.
Fermandariya Herêma Botanê ya HPGê ev yek weke hewldaneke bêçarebûna dagirkeriya Tirk nirxand.
Di agahdariyê de hat gotin, wê ev hewldan ji aliyê gelê me û gerîlayên me yên qehreman ve bersiva xwe bigirin.
Divê were zanîn, ku çete û kontrayên di nava van xebatan de cih digirin, wê bibin hedefa hêzên me.
Divê welatparêzên me jî li hemberî vî şerê qirêj hişyar bin.